Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin 2022-09-10 19:11:13   MÊRDÎN - Li taxa Îstasyonê ya navçeya Artûklûyê wesayîteke zirxî û wesayîteke din li hev qelibîbûn. Jina ku di qezayê de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin.    Litaxa Îstasyon a navçeya Artûklû ya Mêrdînê di 7'ê Îlonê de li ber noqteya polîsan wesayîta zirxî li wesayîteke din qelibîbû. Di qezayê de Nazmiye Nazli Ozdemîr birîndar bûbû. Ozdemîrê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.   Hat hînbûn ku gelek deverên laşê Ozdemîrê şikestine û ji bo dermankirinê ew sewqî nexweşxaneyeke taybet a Dîlokê hatiye kirin.