Hirç daket nava Silopiyayê 2022-09-10 22:03:01     ŞIRNEX - Hirça birçîmayî ya daket nava Silopiyayê dema ku li derdorê li xwarinê digeriya li ber çavan ket.    Li Taxa Ofîsê ya navçeya Sîlopiya ya Şirnexê hirçeke bi ser rengê qehwe ve hat dîtin. Gava hirç li nava bajêr li xwarinê digeriya welatiyên li derdorê hay jê çêbûn û bi telefonên xwe dîmenên wê girtin.    Di dîmenan de xuya dike ku hirç li derdorê li xwarinê digere û piştî wextekê ji ber çavan winda dibe.