3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan 2022-09-11 10:17:47   MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê ya berê Gulser Yildirim ku zêdetirî 5 sal û 10 meh in di girtîgehê de ye, çendî ku 3 meh berê cezayê lê hatiye birîn temam bûye jî nayê berdan.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim, ji 4'ê Mijdara 2016'an ve girtiye. Ji bilî biryara girtinê ya di 4'ê Mijdara 2016'an de hatiye dayîn, derbarê Yildirimê de tu biryarên din ên girtinê tune ne. Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Mêrdînê di 8'ê Sibata 2019'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Yildirimê birîbû û paşê di çarçoveya Doza Kobanê de derbarê wê de biryara "hepsa malê" hatibû dayîn.    DADGEHA BILIND BIRYAR NEDA, ÎNFAZ 3 MEH BERÊ TEMAM BÛYE   Li gor Qanûna Înfazê; ger Dadgeha Bilind 7 sal û 6 meh cezayê hatiye birîn pesend bike divê Yildirim 5 sal û 7 meh û 16 rojan di girtîgehê de bimîne. 5 sal û 7 meh û 6 rojên Yildirimê 3 meh berê temam bûye, lö hê jî di girtîgehê de ye û hö ji Dadgeha Bilind derbarê dosyeya wê de biryar nedaye.    Azad Yildirim, parêzerê Gulser Yildirimö destnîşan kir ku Dadgeha Bilind dosyeya Yildirimö ji nedîtî ve tê û got: "Muwekîl tevahiya înfaza xwe temam kiriye û 3 meh in bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de tê girtin. Dadgeha Bilind ji bo daxwaznameya me ya dawî jî guhên xwe girtine û muwekîl bi awayekî bêhiqûqî nayê berdan."    Parêzer Yildirim destnîşan kir ku daraz xwedî helwesteke durû ye û got, di dosyeyên Hîzbullah û Cemaeta Gulenê de salek li girtîgehê wekî "dema maqûl" tê qebûlkirin, lê gava dosye yên parlementerên HDP'î bin pêkanîneke taybet heye û daraz li gor konjuktura siyasî tev digere. Yildirim tiştên diqewimin wekî "xafiliya hiqûqî" nirxand û got: "Cara ewil dibînim ku mirovek înfaza xwe temam kiriye, lê nayê berdan. Lewma em bang li hemû parêzvanên mafên mirovan dikin ku li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin."    Her wiha Yildirim destnîşan kir ku dê li HSK'ê giliyê dadgerên Daîreya 3'yan a Dadgeha Bilind bikin.    MA / Ahmet Kanbal