Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin! 2022-09-11 12:53:50   MÊRDÎN - Li navçeya Kerboranê kolanên tevî ku gel bertek nîşan didan jî nedihatin paqijkirin, ji bo xatirê Soylû hatin şûştin.    Wezîrê Karên Navxweyî Sûleyman Soylû ji bo “Civîna Ewlehiyê ya Bajêr” hat Mêrdînê. Cîgirên Wezîr Mehmet Ersoy û Îsmaîl Çatakli, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Serfermandar Arîf Çetîn, Midûrê Polîsan ê Giştî Mehmet Aktaş, Waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş, Waliyê Amedê Alî Îhsan Sû, qeymeqamên nevçeyan, fermandarên polîsan û cendirmeyan tev li civînê bûn. Soylû piştî civînê ji bo serdanê li navçeyan geriya.    Qeymeqamtî û şaredariyên beriya serdana Soylû ketin nava liv û tevgerê rêyên xerab di demekî kurt de çêkirin. Kolanên ku tevî bertekên gel nedihatin şûştin jî hatin şuştin. Balkêş e ku Şaredariya Kerboran ya di destê AKP’ê de ye beriya ku Soylû were navçeyê bi tankeran kolan şûşt û tamîr kir.