YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin 2022-09-11 15:27:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya YBŞ'ê têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya bi SÎHA’yê pêk anî daxuyanî da. YBŞ’ê destnîşan kir ku tu xusar negihiştiye hêzên wan û wiha got: “Em ji duh amadetir û bihêztirin.”   Balafireke biçek û bêmirov ya Tirkiyeyê li ber baregeha artêşa Iraqê ya gundê Behreva ya Xanesorê îro bombe li wesayîteke YBŞ’ê barandibû. Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrişê daxuyanî da û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker û qirker ev du hefteye li ser qada me tevgera balafirên xwe yên biçek û bêmirov (SÎHA) zêde kiribû. Îro di navbera saet 9.30-10.00’an de bi heman awayî wesayîtek me du caran bi SÎHA’yê hedef hate girtin. Di encama vê êrîşa hewayî de ti zirar negihiştiye hevreyên me.   RÊBAZÊN TIRSONEK, BÊEXLAQ Û DIJMIROVÎ   Dewleta tirk ya dagirker û qirker li ser herêmê û gelên Rojhilata Navîn êrîşên xwe yên hovane berdewam dike. Bi taybetî li hemberî cîvaka me ya êzidî û gelên herêmê bê navber di pozîsyonekê êrîşkar de ye û bi şêwazên cûda êrîşê me dike. Piştî Şengal a qedîm ji çeteyên hovane hate rizgar kirin şûn ve dewleta qirker a tirk rêbazên xwe yên êrîşê guhert û bi balafirên bê mirov û bi çek her tim li hemberî gelê me şixûland. Diyar e ku dewleta dagirker a Tirk bi van êrîşan dixwaze cihê ku çeteyên DAIŞ’ê nîv hiştiye temam bike. Bi vê helwesta xwe ve ji roja fermanê heyanî roja îro bi rêbazên tirsonek, bê exlaqî û dijî mirovahiyê gelê me hedef digre. Bi van êrîşan jî dixwaze di nav gelê me yê Êzidî yê de ku di van rojan de vedigere ser xaka xwe tirs bide ava kirin, bê îrade û bê nasname bihêle.   DIVÊ GEL RÊXISTIN BE   Ji ber ku dewleta dagirker a tirk plana xwe yê qirêj daye pêşiya xwe bi awayek heya jê tê hemû deskeftiyên gelê me û gelê heremê dide ber xwe. Ji bona wê jî divê di serî de civaka me û tevahiya gelên herêmê bi çalak bin helwestên xwe bi hêrseke mezin raber bikin. Divê gelê me ji bo dagirkerî û qirkeriyê re her tim bi rêxistin bin.   JI DUH AMADETIR Û BIHÊZ IN   Em car din soza xwe ya parastin û tolgirtinê di şexsê hemû şehîdên xwe û şehîdên komkujiyan de bi mezintirîn dûbare dikin. Em ê heya kêliya dawiya jiyana xwe li hemberî her cûre êrîşên dagirkeriyê berxwe bidin û emê têkoşîna xwe mezintir bikin. Di oxira wê de çi dibe bila bibe ji bo têkoşînê em ji duh amadetir û bihêztir in.”