Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin 2022-09-11 19:21:39     MÊRDÎN - Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu li Kerboranê çû serdana esnafan. Esnafên navçeyê bi mebesta protestokirina Soylu, derabeyên dikanên xwe venekirin. Ji ber protestoya esnafan, Soylu neçar ma ku serdana xwe nîvco bihêle.   Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ji bo “Civîna Ewlekariyê ya Bajar” hate Mêrdînê. Cîgirên Wezîrê Karên Hundir, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan, Midûrê Giştî yê Emniyetê, waliyên Mêrdîn û Amedê û qeymeqamên navçeyan jî tev li civînê bûn. Piştî civînê jî Soylu çû Kerboranê û xwest biçe serdana esnafan.    Rêyên navçeyê ku dê Soylu tê re derbas bûbûya ji hêla qeyûmê AKP’î ve hatin şûştin û rêyên xerab jî hatin sererastkirin. Soylu, bi helîkoptera leşkerî hate navçeyê û wesayîtên li ser rêyên ku dê Soylu tê re derbas bûbûya jî di saetên serê sibehê de hatin rakirin. Soylu, bi konvoyeke bi dehan wesayîtan pêk dihat re çû serdana esnafan.   ESNAFAN SOYLU PROTESTO KIR   Lê belê Soylu li navçeyê hate protestokirin. Esnafên Kerboranê ku di saetên serê sibehê de dikanên xwe vekiribûn, piştî ku bihîstin dê Soylu bê serdana navçeyê, derabeyên xwe girtin. Li navçeyê tenê 4 dikan vekirî mabûn û Soylu piştî serdana wan, neçar ma ku serdana xwe di nîviyê de bihêle.   Piştî serdana nîvcomayî, Soylu ji bo beşdarî “Şahiya Ciwanan” bibe çû Parka Azadiyê. Hat zanîn ku ji bo vê şahiyê bi sedan xwendekarên li bajêr û navçeyan hatine veguhestin.