KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir 2022-09-11 23:16:04       AMED - KASED’ê bi boneya 3’yemîn salvegera xwe li Amedê konserek li dar xist. Di konserê de Seroka KASED’ê Devrîm Demîr axivî û da zanîn ku ew dixwazin bi hunera xwe bigihînin hemû jinên Kurdistan û Tirkiyeyê.   Komeleya Wêje û Çanda Jin (KASED) bi boneya 3’yemîn salvegera xwe li Tesîsên Demîrok a li navçeya Yenîşehîr a Amedê konserek li dar xist. Konser bi pêşkêşvaniya endama KASED'ê Serap Ergîn hat dayîn. Beriya destpêkirina konserê, seroka KASED’ê Devrîm Demîr derket ser dikê û têkildarî 1’yemîn salvegera KASED’ê axivî.   Devrîm Demîr anî ziman ku ji bo parastina çanda jinan têdikoşin û wiha got: “Qedexeyên li ser jinan didomin. Carnan ji ber cil û bergên me yên neteweyî û carnan jî ji ber zimanê me qedexeyan derdixînin. Lê belê ev qedexeye li pêşiya afirînerî, huner, çand û nasnameya jinan nikarin bibin astengî. Ji bo ku bikarin çanda xwe bijîn û biparêzin, jin di bin sîwana KASED’ê de kom bûn. Armanca me mezin e. Em ê ne tenê li Amedê, li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê belav bibin û çanda xwe bigihînin hemû jinan. Em ê ji bo hemû jinên hatine astengkirin qadên nû biafirînin. Mebesta konsera me, piştevanî ye. Ji bo ku huner hinek civakî bibe, em li vê derê ne. Heke em bi hev re têbikoşin, wê demê em ê bikarin hunerê azad bikin. Bi girtina saziyên me re xwestin dengê me qut bikin. Lê bi ser neketin. Em roj bi roj mezintir dibin. Bi vekirina saziyên nû re me hunera xwe gihand gelek kesan û azadtir kir.”   'ÊRIŞÎ BÎRA CIVAKÊ KIRIN’   Bi domdarî Demîr got ku êrişên li dijî wan bi gelek awayên cuda didomin û wiha pê de çû: “Baş pê dizanîn bê ka huner bandoreke çawa li civakê dike. Lewma bi mîhrîcanên çand û hunerê xwestin teşe bidin civakê. Lê belê mîhrîcanên wan xizmet ji civakê re nekir. Xebatên me qedexe dikin û bi vê yekê dixwazin me ji holê rakin û daxwazên xwe pêk bînin. Ev hewldana wan, êrişa li dijî bîra civakê ye.”   Piştî axaftina Demîr, Kolektîfa Rîtmên Azad derket ser dîkê. Kolektîfê, bi stranên xwe yên gelerî hunerhez bi coş xist. Piştre jî ji komên rojhilatê Kurdistanê, Koma Heray derket ser dîkê û stranên xwe pêşkeş kir.   Konser, bi lêdana çepikan bi dawî bû.