ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN 2022-09-12 09:00:10     * Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir ku bûyera Xelîfanê dê aloziyên di nava gelê kurd de kûrtir bike û wiha got: “Heke PDK partiyeke kurdistanî be, divê nebe şirîkê dewleta tirk û danûstindinên di navbera kurdan de xurt bike. Em di fînala şer de ne û hewceye rê li ber van aloziyan were girtin û kurd tifaqa xwe xurtir bikin.”   * Li mezraya Nasirka ya gundê Aqika ya navçeya Pasûrê bi salaye av nîne. Li gel ku av ji mezrayê re nayê dayîn jî DÎSKÎ bi sala ye pereyê avê li niştecihan dibire.   *  Midûrê dibistanê Omer Çakir ku ji xwendekarên kurd re heqareta “bêeslno” kiribû, piştî demekî kin dîsa li navenda Êlihê hate peywirdarkirin.    * Cezayê girtiyê bi navê Selahattîn Demîr û 5 hevalên wî ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tên ragirtin xelas bû lê belê înfaza wan hat şewitandin û berdana wan 3 mehan hat taloqkirin.     * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 553’yemîn de dewam bike.   * Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay wê li Meletiyê tev li serdana esnafan û civîna gel a ji aliyê partiya wê ve were organîzekirin bibe. (11.00-18.00)   * Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît wê li navenda partiya xwe têkildarî vekirina dibistanan civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Egîtîm Sen dê têkildarî pirsgirêkên perwerdehiyê li Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (16.00)   * Bi minasebeta salvegera darbeya 12’ê Îlonê wê Stenbol, Amed, Îzmîr û Êlihê daxuyanî bên dayîn. (11.30-19.30)   * Platforma Zimanê Kurdî, Tora Ziman û Çanda Kurdî û  rêxistinên sivîl ên civakî wê bi daxwaza “perwerdehiya bi zimanê dayikê” li Amed, Êlih, Enqere, Wan û Rihayê daxuyaniyan bidin. (12.00-17.00)