Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin 2022-09-12 09:02:48   MÊRDÎN - Cezayê girtiyê bi navê Selahattîn Demîr û 5 hevalên wî ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tên ragirtin xelas bû lê belê înfaza wan hat şewitandin û berdana wan 3 mehan hat taloqkirin.     Girtiyê bi navê Selahattîn Demîr (64) di îlona sala 1992’yan de li Taxa Girevşa ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate binçavkirin û di Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) de hate darizandin. Dadgehê, cezayê muebbetê da Demîr. Li gel ku cezayê Demîr xelas bûye jî nayê berdan. Demîr, niha li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê tê ragirtin û li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û ev agahî dan: “Lijneya Çavdêriya Îdareyê bi îdiaya ‘rewşa nebaş’ înfaza min bo 3 mehan şewitand. Di heman demê de bi heman hincetê înfaza 5 hevalên min ên din jî ji bo 3 mehan paşde hate xistin.”    EV BÛ 7 SAL HEVJÎNÊ XWE NEDÎTIYE   Hevjîna Demîr, Latîfe Demîr ev 7 bû 7 sal ku nikare biçe hevdîtina hevjînê xwe. Demîr, bertek nîşanî şewitandina înfaza hevjînê xwe da û ev tişt anî ziman: “Înfaza hevjînê min bi awayekî keyfî şewitandin. Bi vê yekê rê li ber berdana wî girtin. Malbata me ji bo berdana hevjînê min amadekarî dikirin. Lê me bihîst ku înfaza wî hatiye şewitandin. Hevjînê min kurd e lewma ev mafê wî hat binpêkirin.”    Bi domdarî Demîr anî ziman ku hevjînê wê li girtîgehên Mêrdîn, Yozgat, Êlih, Mîdyad û herî dawî jî li Samsûnê ma ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di roja duşemê de li me geriya û ev xebera nexweş da me. Ev zîhnîyet nahêle em hestiyên xwe jî rakin. Hevjînê min got; ‘Berdana min û 5 hevalên min ji bo 3 mehan paşde hat xistin.’”   DAXWAZA AZADIYÊ   Di berdewamê de Demîr destnîşan kir ku 30 salên girtî yên hevjînê wê  bo wê gelek xerab derbas bûne û axaftina xwe wiha xelas kir: “Min demên gelek biêş û zehmet derbas kirin. Herî dawî di mijdara sala 2015’an di dema qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de ez çûm serdana hevjînê xwe û min dît. Hovîtiyeke mezin li me kirin. Lêgerîna tazî li me ferz kirin û heqaret li me kirin. Tiştek nema ku bi serê me ne anîn. Em tazî kirin. Min jî bertek nîşan da. Min ji hevjînê xwe re jî got ku dê êdî neyêm. Hevalên min li min geriyan û gotin wesayît amade kirine. Lewma 3 meh piştre ez dîsa çûm. Lê rastî heman hovîtiyê hatim. Ji wê demê û şûnde êdî neçûm. Li gel ku ewqas ezyat li me dikirin jî hiştin ku em tenê 15 deqeyan hevdîtinê bikin. Em maf û azadiya xwe dixwazin. Ez dixwazim ku êdî dawiyê li van sepanên xwe bînin. Em dizanin ku xizmên me dîl girtî ne. Lê belê kesek vê bi serê dîlên xwe nayîne. Em li bendê nînin ku dewlet ji bo me tiştekî taybet bike. Em tenê mafê xwe dixwazin.”