Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû 2022-09-12 09:42:01   ŞIRNEX - Di Turnuwaya Futbolê ya Kemal Kûrkût a Şirnexê de tîma Florya Gîyîm bi ser ket.    Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Şirnexê îsal 3’yemîn Turnuwaya Futbolê ya Kemal Kurkût a Kevneşopî li dar xist. Tîmên di fînalê de man hatin miqailbî hev. Turnuwa bi dirûşma “Girêdayî tiryakê, fihûşê û pişaftinê nemîne, azad bibe” hat lidarxistin. Maça fînalê li Tesîsên Sporê yên Şaredariya Silopiya pêk hat û li seha futbolê pankartên "Girêdayî nemîne azad bijî”, “Li dijî talankirina xwezaya Cûdî bêdeng nemîne”, “Rexistinbûyîna jinê azadiya jinê ye” û “Dayikên Şemiyê rûmeta me ne” hatin daliqandin.    PANKARTA AYSEL TÛGLÛK    Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş rêveberên HDP, DBP, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û bi sedan welatî li maçên fînalê temaşe kirin. Tîmên jinan ên Asya Yuksel û Pakîze Nayir bi pankarta “Aysel Tûglûk rûmeta me ye. Ji bo Aysel edalet” vekirin û lîstin. Di maçê de tîma Pakîze Nayir bi ser ket.    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TIRYAKÊ    Piştî maçê şahî hat lidarxistin. Welatiyan û lîstikvanan li ber stranan govend gerandin. Di şahiyê de Dayika Aştiyê Emîne Ozerk, Hevşaredarê Sipoliya Suleyman Şavluk û Parlamenter Hasan Ozguneş kurte axaftin kirin û bal kişandin ser belavbûna tiryakê ya di nava ciwanan de û hat xwestin li dijî vê têkoşîn bê kirin.    ŞAMPIYON DIYAR BÛ    Îsal 77 tîm tev li turnuwayê bûn û 2 meh berdewam kir. Tîmên ku ji fînalê re mabûn hatin miqabilî hev. Tîmên Florya Gîyîm û Nova Beton lîstin. Maç bi 0-0 qediya. Serketina maçê bi penaltiyan diyar bû. Di penaltiyan de Florya Gîyîm bi ser ket û ev tîm bû şamiyona îsal. Madalya û kupa ji bo tîmên yekemîn, duyemîn û sêyemîn hatin dayîn. Her wiha madalya û kupa dan lîstikvanên jin ku tev li turnuwayê bûn.