HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e 2022-09-12 13:05:56   ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî sala nû ya perwerde-hînkirinê axivî û wiha got: “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Dersên bijarte cihê wê nagire.”    Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komîsyona Zarokan, bi boneya sala perwerde û hînkirinê ya 2022-2023’yan, li Navenda Giştî ya Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Hevberdevkên Komîsyona Zarokan Nûray Turkmen û Huseyîn Kaçmaz jî di civînê de amade bûn. Di daxuyaniyê de Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî mijarê axivî.    Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê ye û wiha got: “Zîhniyeta Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê hêj didome. Mixabin ku tifaqa AKP-MHP’ê ku berdewamiya wê zîhniyetê ye, zîhniyeta darbeyê û şertên wê didomînin. Makeqanûna 1982’yan ku berhema darbeya leşkerî ye, hêj di meriyetê de ye. Hemû saziyên 12’ê Îlonê îro ji hêla AKP’ê ve weke amûrek tên bikaranîn. Digotin ‘Em ê YOK’ê rakin’ lê dersên olê bi darê zorê ferz dikin û di perwerdeyê de olê weke amûrekî bi kar tînin. Bi vê yekê re zîhniyeta darbeya 12’ê Îlonê didomînin. 12’ê Îlonê bi mebesta tepisandina têkoşîna wekhevî û azadiyê ya li Kurdistanê pêk hat. Hikûmeta AKP-MHP’ê jî îro bi heman zîhniyetê nêz dibe. Her ku kurd daxwaza azadiyê dikin, tên girtin, binçavkirin û zindanîkirin. Lewma divê em nebêjin 12’ê Îlonê çû. Ev sepan, encama zîhniyeta 12’ê Îlonê ye.”   SALA NÛ YA PERWERDE-HÎNKIRINÊ   Di berdewamê de Koçyîgît qala sala nû ya perwerde-hînkirinê kir û ev tişt anî ziman: “Em tevek dibînin bê ka di perwerdeyê de newekheviyeke çawa heye. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên perwerdeyê jî perwerdeya veguhestinê ye. Bi taybet jî piştî 12’ê Îlonê li Kurdistanê YÎBO hatin avakirin. Di van dibistanan de xwestin zarokên kurd asîmîle bikin û bikin neferên pergalê. Îro jî li gundan dibistan nayên çêkirin û zarokên kurd ji mafê perwerdeyê bêpar tên hiştin.”   PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ MAFEKÎ BINGEHÎN E   Koçyîgît di berdewamê de bal kişand ser mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û wiha domand: “Di halê hazir de yek ji hêmayên bingehîn ên perwerdeyê, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Lê li Tirkiyeyê ev maf bi qanûnan tê astengkirin. AKP hewl dide bi dersa bijarte binpêkirina vî mafî veşêre. Di perwerdeya bijarte de MEB’ê heta niha tenê 79 mamoste tayîn kirine ku dersa bijarte ya kurdî bidin. Ev jî nîşan dide ku di vê mijarê de qet jidil nînin û durûtiyê dikin. Em dîsa dubare dikin û dibêjin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê, mafekî bingehîn e û dersa bijarte jî nikare cihê wê bigire. Ev nabe tercîhek.  Heta ku ev pirgirêk çareser nebe, dê wekheviya di navbera herêman de jî bi dawî nebe.”   TUNEHESIBANDINA ZIMANÊ DAYIKÊ TUNEHESIBANDINA KES E    Koçyîgît axaftina xwe wiha qedand: “Tunehesibandina zimanê dayikê ya di perwerde û qada cemaweriyê de, tunehesibandina wî gelî ye. Tê wateya tunehesibandina wî gelî. AKP ji bo qelskirina van mafan, çendek gavên xapînok diavêje.”