HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e 2022-09-12 13:33:55   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê di encamnameya civîna xwe ya 10 û 11 îlonê de diyar kir ku hêvênê tifaqa AKP'ê û MHP’ê dijminatiya kurdan e û got “Rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e.”   Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna xwe ya di 10 û 11’ê îlonê de aşkere kir. HDP'ê di encamnameya xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û da zanîn ku tifaqa AKP'ê û MHP'ê bi tecrîda mutleq pergaleke îşkenceyê ku li cîhanê mînaka wê tune ye ava dike.   Di encamnameya HDP'ê de ev mijar derketin pêş: “Şer û pevçûnên li dinya û herêma me, di asteke xetere de didome. Şerê Rûsya û Ukraynayê, şerên li Sûriye, Iraq û Lîbyayê û dawiya dawîn hêzên emperyalîst şer anîne asta ku bi êrîşên nukleer gefan bixwin. Tifaqa AKP û MHP’ê di siyaseta derveyî de jî di polîtîkayên xwe yên dijminatiya kurdan dike û dixwaze xwe berfireh bike, bidomîne. Vê tifaqa şer siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn li ser vî tiştî amade kiriye, ji bo dîzayna siyaseta hundirîn û hêza xwe kom bike, êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê didomîne. Dixwaze bi Sûriyeyê re hevdîtinê bike û bazariyan dike ku destkeftiyên kurdan ji holê rake. Hedefa sereke ya desthilatdariya AKP û MHP’ê ev e ku nirxên demokrtîk ên şoreşger ên gelên kurd û ereb ji holê rake. Hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê divê ji qada ku dagir kirine, vekişin.   ROLA GIRÎNG A OCALAN DERKEVE  HOLÊ   Hêvênê desthilatdariya heyî dijminatiya li dijî kurdan e. Vê tifaqê li Îmraliyê li hemberî Rêzdar Abdullah Ocalan tecrîdeke mutleq daye destpêkirin û pergaleke êşkenceyê ya ku li dinyayê tu mînaka wê tune, ava dike. Bi tecrîdê re tê xwestin ku doza kurdan ji çareserî û îradeya demokratîkkirina Tirkiyeyê were dûrxistin. Bi bidawîkirina tecrîdê re wê careke din rola girîng a Abdullah Ocalan a ji bo avakirina aştiyê û demokratîkkirina Tirkiyeyê derkeve holê. Di demên dawîn de DMME derbarê rêzdar Ocalan biryara ‘heqê hêviyê’ daye û divê ev biryar li gorî prensîbên hiqûqî yên gerdûnî û peymannameyên navneteweyî were pêkanîn.   BANGA MEŞA CÛDÎ   Şer ne bi tenê bandorê li ser qedera gelan dike, di heman demê de pêşiya talana xwezayê jî vedike. Di 17’ê Îlonê de li hemberî hilweşandina şer û talana xwezayê em ê bi tevlêbûna rêxistinên girseyî yên demokratîk û tevgerên ekolojiyê ber bi Cûdiyê ve bimeşin.   FERASETA DARBEKAR DIDOME   Di salvegera 42’yemîn a darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de li her qadê feraseta darbekar didome. Desthilatdarî bi peywirdarkirinên qeyûman re, bi wesayeta xwe ya daraz û siyasetê re û bi zext û pêkutiyên li ser civakê re ev feraseta darbekar didome. Tu rêveberî û pratîka darbekar a ku dixwaze bi zordestî û şîddetê civakê desteser bike, bi ser neketiye. Wê feraseta darbekar a AKP û MHP’ê û pratîka darbeyê ya 12’ê Îlonê bi hev re werin bîra mirovan.   EM AMADEKARIYÊN XWE DIDOMÎNIN   Welat êdî bi awayekî ketiye pêvajoya hilbijartinê. Meclîsa me ya partiyê bi kitekit li ser vê pêvajoyê sekiniye û biryar daye xebatên hilbijartinê yên didome, bilezîne. Doza girtina HDP’ê û Doza Kobanê didome em jî ji bo ku civakê bê vebijark nehêlin, di her warî de em amadekariyên xwe didomînin. HDP hêza tifaq û pêşengiyê ye ya ku li ser ked, azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê hatiye avakirin. Partiya me li hemberî darbeyan wê bibe garantorê demokrasiyê û li hemberî vesayetê jî wê bibe garantorê azadiyê.   EM Ê BI HEV RE SERBIKEVIN   Em li ser esasê Rêya 3’emîn ji bo çareseriya demokratîk a di doza Kurdan de û ji bo cihêkariya li ser baweriyan were rakirin, nêzikatiya li ser esasê ked, azad û wekheviya zayendiyê birêxistin dikin. Di warê çareseriya aştiyane û demokratîk a doza kurdan de, di warê sazkirina siyaseta derveyî ya ku bala xwe dide îradeya gelan em ê rolê werbigirin. Tifaqa Ked û Azadiyê wê di 24’ê Îlonê de meşa demokrasiyê ya mezin a gelên Tirkiyeyê bide destpêkirin, wê hêviyê mezin bike, wê nexşerêya xwe ji raya giştî re eşkere bike.   Bi danheviya xwe ya dîrokî, bi cesaret û hêviyê, em ê tevî hemû gelên Tirkiyeyê, bi bindestan re vê gavê biavêjin û em ê bi hev re bi ser bikevin.”