Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve 2022-09-12 14:45:11   ENQERE - Hat ragihandin ku li gundê Kuzemîvka yê Luhansk Oblastiyê ku di bin dagirkeriya artêşa Rûsyayê de bû, ala Ûkraynayê hate libakirin.   Hat îdiakirin artêşa Rûsyayê xwe ji Luhanskayê vedikişîne. Waliyê Luhansk Oblastê Serhiy Haidai wêneyê alaya Ûkraynayê ya li gundê Kuzemîvka yê Luhansk Oblasti ku nêzî sînorê Kharkiv Oblastê ye hatiye libakirin, parve kir.    Luhansk ku yek ji herêmên cudaxwaz e, bi awayekî yekalî girêdana xwe ya bi Rûsyayê re ragihandibû.    Pêşveçûna artêşa Ûkraynayê ya ber bi Luhanskê ve didome.