Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin 2022-09-12 16:39:37 AMED/KÎLÎS - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Amedê û Girtîgeha Tîpa T a Kîlîsê tên ragirtin, li dijî binpêkirinên mafan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin.    Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Amedê tên ragirtin, bi malbatên xwe re hevdîtin kirin û ragihandin ku li dijî binpêkirinên mafan ji bo 5 rojan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin. Girtiyan diyar kirin ku mafên wan ên spor, sohbet û qursan hatiye binpêkirin, bi awayekî keyfî înfaz hatine şewitandin, berdanên bi şert hatine astengkirin, pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê yên weke lêgerîna tazî, lêgerîna nava dev û cot kelemçe hene, kamerayên ku mahremiyetê tune dihesibînin hene, girtiyên nexweş nayên berdan, mafê tenduristiyê hatiye binpêkirin, ji azadiya bawerî û îfadeyê re rêz nayê girtin, saetên hevdîtinê û telefonan tên sînordarkirin, şertên xwarineke bitendurist nînin, ji azadiya bawerî û îfadeyê re rêz nayê girtin, weşanên bi zimanê dayikê tên astengkirin, kotaya pirtûkan heye, bi cezayê dîsîplînê gef li wan tê xwarin. Girtiyan xwest ev pêkanîn bi dawî bibin.    LI KÎLÎSÊ 3 GIRTIYAN DEST BI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIRIN   Ûgûr Taşdevîren ê li Girtîgeha Tîpa T a Kîlîsê tê ragirtin, li malbata xwe ya li navçeya Wêranşara Rihayê dijî bi telefonê pê re axivî. Taşdevîren, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin vegotin û ragihand ku ligel Huseyîn Osmanpûr û Huseyîn Aydin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Taşdevîren diyar kir ku li girtîgehê tenê 4 girtiyên siyasî hene û da zanîn ku “hejmartina ser piyan a di nîzama leşkerî de” li wan tê ferzkirin.    Taşdevîren, bi bîr xist ku ji ber pêkanîn qebûl nekirine gardiyanan beriya mehekê bi gotina “Em ê tişteke wisa bi serê we bînin ku kes nebihîse” û diyar kir ku Îhsan Îyînç ê beriya mehekê ji Girtîgeha Wanê sewqî Kilîsê hatiye kirin, beriya 4 rojan bêyî hincet xistine hucreya yek kesî. Taşdevîren, ragihand ku rêveberiyê Îyînç bi gotinên “Beriya niha 3 girtiyên din dengê xwe nedikirin, ji roja ew hatiye vir ve îdiaya maf dikin. Pergala me ya li vir xera dike” xistine hucreya yek kesî û da zanîn ku heta hevalên wan Îhsan Îyînç neyînin cem wan û ferzkirina “hejmartina ser piyan a di nîzama leşkerî de” bi dawî nebe wê çalakiya wan bidome. Taşdevîren, bi lêv kir ku piştî ku ketin çalakiya greva birçîbûnê Huseyîn Osmanpûr, Huseyîn Aydin û ew bi xwe xistine hucreya yek kesî de û ji ber rêveberî pêdiviyên wan nade greva wan weke “rojiya mirinê” didome.    Taşdevîren, bang li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û komeleyên piştevaniya bi girtiyan re kir ku şandeyan bişînin girtîgehê û bi wan re hevdîtinê bikin.