Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn 2022-09-12 21:00:13       EDENE - Girtiyê nexweş Selamî Keleş ê di Girtîgeha Bafrayê ya Tîpa T'yê de ragihand ku rêveberiya girtîgehê bi awayekî kêfî cezayê hucreyê lê biriye wî û got ku zext, sirgûn û gefên li girtîgehê zêde bûne.   Îşkenceya li ser girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Bafrayê ya Samsûnê ya Tîpa T'yê didome. Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê Selamî Keleş ê di Girtîgeha Bafrayê de, di hevdîtin bi telefonê ya bi malbatê re ragihand ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêde bûne.   SIRGÛNÊN KÊFÎ, CEZAYÊN HUCREYÊ, GEFXWARIN   Keleş anî ziman ku rastî zextên tund tên û wiha got: “Li ser me zextek derûnî ya tund heye. Sergardiyanê nû, sirgûnên kêfî ferz dike. Cezayên hucreyê dibire. Sergardiyan gefan li me dixwe dibêje, ‘Li vir gotina me derbasdar e.' Hemû tiştên me ji me distînin û nadin me. Em sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Hevalên me yên ku cezayên wan qediyaye, bi awayekî keyfî nayên berdan.”   ‘HAYA ME JÊ NÎN E KU ÇI ANÎNE SERÊ HEVALÊN ME'   Agît Tûfan jî ku di Girtîgeha Bafrayê ya Tîpa T'yê de ye, di 10'ê Îlonê de bi telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kiriye û ragihandiye ku 6 girtî di hucreyeke yekkesî de tên girtin û 6 girtî jî sirgûnê girtîgehên din hatine kirin.   Tûfan aniye ziman ku gardiyanan di nîvê şevê de bi ser qawîşên wan de girtine û hemû kel û pelên wan desteser kirine û ev bang kir: “Dema me sedema wê pirsî, gefa kuştinê li me xwarin û 15 rojan cezayê hucreyê dan me. Di demekê de ku 40 hevalên me di heman odeyê de bûn, em avêtin odeyên dukesî. 6 hevalên me hatin sirgûnkirin. Haya me jê nîn e ku çi anîne serê hevalên me. Bênavber heqaretê li min dikin û bi sirgûnkirinê gefê li min dixwin. Bi taybetî sergardiyan Mûstafa gefan li me dixwe. Dengê me bibihîzin.”