ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-13 09:00:09     * Dengbêj Silêmanê Şirnexî ku bi deng û awaza xwe ya xweş tê naskirin, piştî xwîn çûbû ser mêjiyê felc bûbû. Dengbêj Silêman ku niha di nava ciyan de ye, tekane xwesteka wî cardin wekî berê bistrê.   * Karkerên çandiniyê yên demsalî yên li Bûrsa, Konya û herî dawî jî li Balayê li nav zeviyên pîvazan dixebitin, bi pirsgirêkên hêwirandin, xwarin, tenduristî û perwerdehiyê re rû bi rû ne. Zarokên karkeran ku di nava şert û mercên xirab de rojê zêdetirî 12 saetan bi 100-250 TL'yî dixebitin, haya wan ji dibistanê nîn e.   * Di ser qetilkirina Apê Mûsa re 30 sal derbas bûn. Keça wî Rahşan Anter diyar kir ku divê ev doz nekeve ber demboriyê û wiha got: "Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin."   * Xelkê Şirnexê banga meşa dê di 17’ê îlonê de ji bo li dijî talankirina daran li Çiyayê Cûdî pêk were kirin û gotin: “Heke talankirina daristanên me wisa bidome, wê darek ku zarokên me li bin siya wê rûnên, nemîne.”    * Rojnamevan Îsmaîl Çoban ê di qawişa xwe de ji ber rojnameya “Ozgurlukçu Demokrasî” da peydakirin 2 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn, di doza ku cezayê wî hatibû taloqkirin de wê ji nû ve bê darizandin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 554'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza Emîne Şenyaşar bi îdiaya "Heqaret" li wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye dê li Dadgeha Rihayê bê lidarxistin. 10.00   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-15.00)    * Şandeya HDP'ê dê li Xarpêtê serdana esnaf û welatiyan bike. (11.00-17.00)   * Li Riha û Êlihê dê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl banga Meşa Cûdî bikin. (12.00)   * Rêxistinên ciwanan ên ji ber çalakiyê derbarê wan de doz hatiye vekirin dê têkildarî mijarê li ÎHD'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)   * Danişîna doza meleyên endamên DÎAY-DER'ê dê li 34'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (13.45)