Parêzer Çakas: Divê CPT ji bêhiqûqiya Îmraliyê re bêje 'na' 2022-09-13 10:20:01   AMED - Parêzer Yusuf Çakas diyar kir ku daxuyaniyên “em bi fikar in” ên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên dayîn wan tatmin nakeû banga, “ji rejîma înfazê ya bêhiqûq re bêjin na” li CPT û saziyên navnetewî kir.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014’an de ji bo serlêdana bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, biryara xwe da. Ji ber ku Tirkiyeyê bi biryara binpêkirinê nekir, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 9’ê tebaxê de bi daxwaza ku biryara DMME’yê pêk were dîsa serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) da. Li ser serlêdanê, Tirkiyeyê bersiv da Komîteyê û li xwe mikûr hat ku Abdullah Ocalan ji mafê “hêviyê” bêpar hiştiye.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) jî ji bo biryara venihêrînê ya biryara DMME’yê ku derheqê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navên Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de dabû, di 26’ê tîrmeha 2021’an de bi awayekî nivîskî KWKE agahdar kir. Tirkiyeyê di 7’ê îlona sala 2021’an de bersiv da û îdia kir ku ji sala 2009’an heta niha li Girava Îmraliyê tu binpêkirin çênebûne. Tirkiyeyê tespît û pêşniyarên weke “mafê hêviyê” û “guhertina di qanûna derheqê cezayê muebbeta giran de” ku rê li ber berdana Abdullah Ocalan û girtiyên din vedike jî jinedîtî ve hat. Komîteyê di 3’yê kanûna 2021’an de biryara xwe ya “Ocalan-2” ragihand û ji Tirkiyeyê xwest ku hejmara kesên di halê hazir de cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn û ev cezayê wan nayê daxistin û lêkolînkirin diyar bike. Her wiha komîteyê ji Tirkiyeyê xwest ku herî dawî heta dawiya îlona sala 2022’yan derheqê pêşketinên di tevdîrên giştî de agahî bide. Lê belê Tirkiyeyê heta niha jî tu gav neavêtine.    Ji 775 parêzeran li dijî qedexekirina hevdîtina li gel Ocalan îmze dabûn rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med (MED TUHAD-FED) parêzer Yusuf Çakas tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya CPT û saziyên navnetewî nirxand.      ‘TECRÎD LI SER TEVAHIYA CIVAKÊ BELAV BÛYE’    Çakas diyar kir ku îktidar bi polîtîkaya tecrîdê dixwaze wan peyamên tê xwestin bigihîjin civakê asteng bike û di roja îro de tenê ne Ocalan tê tecrîdkirin di heman demê de tecrîd li ser tevahiya civakê belav bûye. Çakas da zanîn ku tecrîd nehiqûqî ye û wek ku her tim siyasetmedar eşkere dikin tecrîd meseleyek polîtîk e. Çakas got ew aliyên hiqûqî yên tecrîdê nîqaş nakin çimkî her kesek hikumxwar dikare  bi rêya hevdîtina rûbirû, telefonê, name û her cure mafê wî yê hevdîtinê heye.    'CPT Û DMME NEJIDIL NÊZ DIBIN’    Çakas bal kişand ser “mafê hêviyê” yê Ocalan ku jê muaf hatiye girtin û wiha got: “Heke hûn ji demokrasiye, hiqûqê, azadiyê û aştiyê dûr bisekinin, divê hûn bi wayekî her tiştî asteng bikin. Mînaka vê yekê çi ye? Dê mafê hêviyê binpê bikin, tecrîdê kûr bikin û viya li ser tevahiya civakê belav bikin. Di vir de wê nêzîkatiya Yekitiya Ewropayê, Konseya Ewropayê, CPT, DMME’yê çi be? Pêwîste em di vir de nejidilbûna van saziyan bibînin. Çimkî ev sazî nejidil nêzik dibin.”    HEVDÎTINA KU NAYÊ KIRIN TÊ QEDEXEKIRIN    Çakas da zanîn ku rêxistinên navneteweyî di mijara “mafê hêviyê” de ti însiyatîf negirtine û got: "Em li bendê ne ku di demeke nêz de nêzîkatiya xwe diyar bikin." Çakas bal kişand ser serlêdana dawî ya li CPT'yê û got: "Daxwaza CPT'yê heye ku defakto biçe Girava Îmraliyê. Divê CPT û saziyên din ên navneteweyî ji vê rejîma înfazê ya bêhiqûq û neheq re bêjin 'raweste'. Her tim hevdîtina parêzeran tê qedexekirin. Li cihek ku hevdîtin lê nebe, qedexekirina hevdîtina parêzeran jî rewşeke trajîkomîk e. Tu hevdîtin nayê kirin lê hevdîtin tê qedexekirin. Ji ber ku hevsengiyên navnetewî de cuda bi rê ve diçe, ji vê bêhiqûqiya li Îmraliyê re nabêje bes e.”    'EM BI FIKAR IN’ TÊR NAKE!   Çakas destnîşan kir ku ji tecrîda li ser Ocalan hemû cîhan berpirsyar e û wiha got: “Heke Konseya Ewropayê, CPT û saziyên din bixwestana dikaribûn ji bo ku Tirkiye hiqûqê bisepîne banga bikirina. Lê belê di vî warî de bangên wan tune ne. Tişta ku herî zêde dikin daxuyaniya ‘em ji bêhiqûqiya li Tirkiyeyê bi fikar in’ dikin. Em jî bi fikar in. Daxuyaniyên wan ên ‘em bi fikar in’ tenê têr nake û bawerî nade me. Bi rastî jî divê hiqûq were tesîskirin. Pergala li Îmraliyê deqa reş a li hiqûqê ye. Çimkî hiqûq li Îmraliyê nayê sepandin. Em jî wek hiqûqzanan dixwazin vê deqa reş a li ser hiqûqê rakin.”    MA / Eylem Akdag - Mahmût Altintaş