Dozger ji bo rojnamevan Onver ceza xwest 2022-09-13 13:35:54   WAN - Dozger derbarê nûçegihana JinNewsê Rabia Onver de ya ji ber parvekirinên medya civakî tê darizandin bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” ceza xwest.    Nûçegihana JinNewsê Rabia Onver bi hêceta ku li ser hesabê xwe ya medya civakî de parvekirinan kiriye bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 2’yemîn a Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Onver, nûnerên MLSA’yê û rojnamevan tev li dozê bûn.    Parêzera Onver, Harîka Gunay Karataş a Hevseroka OHD’ê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    Onver di danişînê de parastina xwe kir û diyar kir ku parvekirinên wê di çarçoveya azadiya derbirînê de bûne û tawanbariyê li ser xwe red kir.    Parêzer Harîka Gunay Karataş da zanîn ku lêpirsînek li dijî hiqûqê ye û xwest derbarê miwekîla wê de biryara beraetê bê dayîn.    Dozger derbarê dozê de mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest Onver bi îdiaya “propaganda rêxistinê” were cezakirin.    Şandeya dadgehê ji bo parêzer dikaribe parastina xwe bike danişînê taloqî 23’yê îlonê kir.