Wezaretê hejmara rojnamegerên girtî neda: Ev agahî raya giştî eleqedar nake 2022-09-13 14:05:40   ENQERE - Wezareta Dadê agahiyên têkildarî hejmara rojnamevanên girtî bi navê “ev agahî raya giştî eleqedar nake” neda.    Wezareta Dadê bersiva “agahiya ku raya giştî eleqedar nake” da serlêdana agahiya derbarê rojnamevanên girtî û agahî nedan. Di 7’ê îlona 2022’yan de welatiyek serî li Navenda Ragihandiya Serokkomar (CÎMER) daye û xwestiye derbarê rojnamevanên girtî de agahî bên belavkirin. Bersiva serlêdanê ji aliyê Ceza û Malênteqwîfê ya Wezareta Dadê tê dayîn û di bersivê de hat diyarkirin ku agahiyên sazî û dezgeh raya giştî eleqedar nake.      Balkêşe bersiva ji hêla Wezareta Dadê ve bi îmzeya Cîgirê Wezîrê Dadê Aki nGurler ê ku li doza gelek rojnamevanan dinêre û ceza da rojnamevanan hatiye dayîn.    Di serlêdana bo CÎMER’ê de pirsa, “Heta meha îlona 2022’yan çend rojnamevan girtî ne û hikûm xwarin e” hatiye kirin.