Parêzerên Doza Kobanê: Bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin 2022-09-13 14:33:47   ENQERE - Parêzeran da zanîn ku di Doza Kobanê de dadgeh li gorî îfadeyên hevnegirtî yên şahidan tevdigere û wiha gotin: “Bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin.”    Parêzerên Doza Kobanê ku Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 20 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, têkildarî pêvajoya dozê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan anî ziman ku doza heyî ne tenê li dijî HDP’ê lê li dijî hemû derdorên li dora siyaseta HDP’ê civiyan hedef digire û weke “Doza kompasê” pênase kir.    Bi domdarî Ozdogan got ku desthilatdarî hewl dide siyaseta HDP’ê û siyasetmedarên wê bi delîlên çêker û nekêr di girtîgehan de û li eywanên dadgehan hefs bike û wiha domand: “Bi zîhniyeteke faşîzan û sepanên siyasî darizandinên komî dikin. Li ser twîtên ku li dijî qirkirina DAIŞ’ê, mafê zarok û jinên di bin nîrê qirkirinê de diparastin tên darizandin. Ev yek nîşan dide bê ka daraz kîjan alî digire. Hemû kar û barên di dosyayê de tên kirin, kar û barên siyasî ne. Tu taybetiyeke wan a darazî nîne. Bi taybet jî mafê parastinê tê binpêkirin, bi sînorkirina demê re parastin tê astengkirin, delîl li gorî keyfa dilê dadgeh û dozger tên nîqaşkirin, delîlan li pişt deriyên veşarî çêdikin û gefê li parêzeran dixwin. Di nezera me de ev yek, hiqûqa dijminatiyê ye. Miwekîlên me bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de ne.” YÎGÎTER: 12’Ê ÎLON DIDOME   Ji parêzeran Cenk Yîgîter da zanîn ku ji destpêkê ve dozê weke “kompas” pênase dikin û wiha pê de çû: “Ev kompas, li dijî HDP û siyasetmedarên HDP’ê ye. Di her kêliya vê dozê de hemû xetên sor ên hiqûqa hemdem hatin binpêkirin. Kompaseke li dijî hiqûq û mafên makeqanûnî ye. Lewma doza tolhildanê ye. 12’ê Îlon hêj didome. Biryara DMME’yê heye û bangawaziyên HDP’ê yên 6’ê cotmeha 2014’an dinirxîne. Ev bangawaziye, dikevin ber sînorê mafê azadiya xweîfadekirinê. Ti eleqeya xwe bi bûyerên 7-8’ê Cotmehê nîne. Delîlên tên nîşandan, îfadeyên şahidan, şahidên nepen û çendek îftîrakarên ji poşmantiya bibandor sûd wergirtin pêk tên. Tu agahiyeke şênber tê de nîne. Herî zêde jî fesadî tê de heye.”    ÎFADEYÊN HEVNEGIRTÎ YÊN ŞAHIDAN   Parêzer Çîgdem Kozan jî balkişand ser biryara DMME’yê ya derheqê Selahattîn Demîrtaş de û wiha domand: “Daîreya mezin biryar da ku çi tundî di bangawaziyê de nîne. Têkildarî civîna MYK’ê tenê şahidek heye ku ew jî A53 e. Dibêje ku ev civîn di 5’ê hezîranê de li navenda giştî hatiye kirin û 30 kes beşdar bûne. Lê belê ev civîn di 6’ê hezîranê de hate kirin. Wê demê navenda giştî tune bû. Ew civînl i navenda giştî ya Egîtîm Senê hat kirin. Yek ji şahidên sereke yên dozê Kerem Gokalp e ku dozger doz li ser gotinên wî amade kiriye. Lê îfadeya xwe ya li dozgeriyê piştrast nekir. Merdan Ruştu Ovalioglû jî ku berê şahidê nepen ê bi navê Abc123 bû, diyar dikir ku ferman ji hêla keseka bi navê Zerrîn nivîsandiye û wî jî li ser kompîturê xwendiye. Lê dema me jê pirsî, got bîra min nayê. Digot, tiştên Zerrînê nivîsandin qederê rûpelekê bûn lê twîta HDP’ê tenê çendek rêzik in. Darizandina wan li ser îfadeyên şahidên nepen didome. Xuyaye ku bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin. Di darizandineke asayî de heke gotinên şahid hev negirin, dadgeh êdî pîte bi gotinên wan nake. Di dosyayê de gelek şahidên nepen hene lê dadgeh gotinên wan ji nav digire.”