Nobeta Edaletê: Bila wezareta dadê berpirsyariya xwe pêk bîne 2022-09-13 16:19:51   ÎZMÎR - Malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin ên Îzmîrê îro jî Nobeta Edaletê domandin. Malbatan ji Wezareta Dadê xwestin ku berpirsyariya xwe pêk bîne.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan ên Îzmîrê dabû destpêkirin, di roja 111’emîn de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam kir. Malbatên girtiyan bermalkên ku nivîsa “Azadî ji girtiyên nexwe re" û “Girtiyên nexweş berdin” li ser bûn, li xwe kiribûn. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Foçaya jî tev li çalakiya nobetê bû.    Di çalakiyê de Hevseroka HDP'a Foçayê Mukaddes Işik bi bîr xist ku malbatên girtiyan bi mehan e çalakiya Nobeta Edaletê didomînin û ev yek şerma Tirkiyeyê ye. Bi domdarî Işik wiha got: "Daxwaza dayikan ew e ku mafên girtiyan neyên binpêkirin. Ev kes ji ber fikrên xwe di hundir de ne. Nayê qebûlkirin ku girtiyên hewcehiya wan bi tedawiyê heye rastî sepanên dermirovî bên. Banga min ji bo Wezîrê Dadê ew e ku berpirsyariya xwe pêk bîne."    Rêvebera HDP’a Foçayê Remziye Baltaş jî bang li Wezîrê Dad’ê kir û ev tişt anî ziman: "Di serî de Aysel Tûglûk, divê ji bo hemû girtiyên nexweş bi adilane tevbigerin."