Du kesên pere ji DAIŞ’ê re dişandin hatin girtin 2022-09-13 16:54:38   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê ragihand ku di encama operasyona wan a li navçeya Holê de 2 kesên pere ji DAIŞ’ê re dişandin, girtine.    Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî hucreyên DAIŞ’ê operasyoneke hevpar li dar xistine.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyon li navçeya Holê ya li hemberî Kampa Holê hatiye kirin û di encamê de 2 kesên bi awayeke çalak pere ji DAIŞ’ê re dişandin hatine girtin.    Fermandariyê da zanîn ku wan ev operasyon bi armanca tunekirina çavkaniyên fînansa DAIŞ’ê pêk anîne û ev agahî parve kirin: “Ev operasyon di heman demê de bi mebesta mîsogerkirina ewlehiya Kampa Holê hatiye kirin. Operasyona me ya hevpar a bi hêzên koalîsyonê re, israra hêzên me ya ji bo tunekirina hucreyên terorê, gefên wan ên li ser aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xebatkarên rêveberiya xweser zêdetir dike.”