Li quntarê Bestayê çêkirina dimsê dest pê kir 2022-09-14 09:30:29   ŞIRNEX - Li quntarên Besta ya Şirnexê jinan dest bi çêkirina dimsê kir. Dimsa ku bi kedeke mezin tê çêkirin, ji zivistanê re tê amadekirin.    Bi hatina demsala payîzê re li herêma Şirnexê jinan lez dan amadekariyên zivistanê. Li bajarokê Gundikêmelê yê girêdayî Şirnexê ku di navbera Çiyayê Cûdî û Bestayê de ye, jin ji rezan tiriyan berhev dikin, paqij dikin, digivêşin û paşê jî dikelînin. Dimsa ku bi şêweyê palûteyê ango zibareyê tê çêkirin, hinekî jê difiroşin hinekî jî ji bo xwarina xwe dihêlin. Jin û zilamên ku bi hevre dimsê çêdikin, ji zivistanê re amade dikin.  Ji jinan Heybet Artuç (46) a ku di berhevkirina tirî de cih digire anî ziman ku her sal bi rojan ew dimsê çêdikin û zehmetiyên amadekariyên dimsê wiha vegot: “Her sal di meha îlonê de em tiriyê xwe berhev dikin. Tiriyê me hem zer û hem jî yê reş e. Em herdûyan tevlihev dikin û piştre em axa wê spî jî diavêjin nav de û kisîkan de bi piyên xwe digivêjin. Ew ava ku jê diçe jî em dikelînin. Ew av paqij dibe û piştre wê avê dikelînin. Heta çend seatan dikelînin û piştre ew av dibe dims. Ew dimsa ku amade dikin hin ji wê dixwin û hin ji wê jî difiroşin. Zehmetiyên çêkirina wê gelek in. Biharan rezê xwe dikolin, derman dikin û heta meha îlonê lê dinêrin. Îlonê jî em dest bi çêkirina wê dikin û ev jî gelek zehmete. Em serê sibehê dest bi çêkirina wê dikin û heta êvaran dixebitin. Çêkirina wê heta 3 rojên din dê bidome."   20 DEQIQEYAN DIGIVÊŞE   Têkildarî mijarê Eyûp Artuç (46) ê ku tirî digivêşe jî bi lêv kir ku ew bi awayeke hevpar dimsê çêdikin û wiha got: “Ew tiriyê ku tê komkirin em dikin telîsan. Piştre teyfikeke ji axa spî jî diavêjin nav de. Piştre jî ez bi piyên xwe digivêşim. Piştre ew av diçe quşxaneyan. Ew ava ku tê peydakirin jî di quşxaneyên mezin de tê kelandin. Heta ku ew av zelal dibe em dikelînin. Piştre jî dikin quşxaneyên dimsê. Ez dora 20 deqîqeyan pê re mijûl dibim."   'JI NEXWEŞIYAN RE DERMANE'   Jina bi navê Zehra Artuç (56) a ku dimsê dikelîne jî diyar kir ku her sal ew bi çêkirina dimsê amadekariyên zivistanê didin destpêkirin û wiha qala çêkirina dimsê kir: “Em dikelînin. Piştre wê avê çeqilînin. Nêzî seatekî em di van quşxaneyên mezin de dikelînin. Em darên ter û hişk dixin binde. Hêdî hêdî dikele. Qederê 2-3 seatan dikele. Divê mirov li ber bisekine û nehêle kew bide. Pêwîste dims zelal be. Zehmetiyên wê hene. Çêkirina dimsê jî li ser heyina tirî ye. Kesê ku çêdike jî divê hosta be. Dimsa bajarokê me binav û denge û pir zêde tê tercîhkirin. Dimsa ku em çêdikin jî ji bo tendûristiya mirovî baş e. Dimsa ku ji marketan tê kirin mirov nizane ku çawa çêdikin û ji ber wê jî navbera dimsa ku em çêdikin û ya marketan de ferq heye. A ku em çêdikin ji nexweşiyan re jî dermane.”    MA/ Zeynep Dûrgût