Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê çi diqewime? 2022-09-14 10:19:19   EDENE - Agît Tûfan ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê ragirtin ragihand ku dest danîne ser hemû tiştên wî, 6 girtî sewqî girtîgehên cuda hatine kirin û gelek girtî du du xistine qawişan.    Li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê di 5-6’ê îlonê de bi ser qawişan de girtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin dema serdegirtinan de dest danîne ser hemû tiştên girtiyan. Derbarê 40 girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin û 15 roj cezayê hucreyê hatiye dayîn. 6 girtî xistine hucreyê û 6 girtî jî sewqî Girtîgeha Çorûmê hatine kirin. Her wiha gelek girtî d udu xistine qawişan. Yek ji girtiyên ku dest danîne ser tiştên wî û cezayê dîsîplînê danê Agît Tûfan e.   Tûfan ê 31 salî di sala 2007’an de hate girtin. Tûfan ê dema zarok bû hate girtin xistin Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê û li wir rastî îşkence û êrişa zayendî hat. Tûfan ê di sala 2009’an de hatiye berdan, di sala 2011’an de dîsa hate binçavkirin û girtin. Li Tûfan ê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” , “li ser navê rêxistinê sûc kirin” û “peydakirin û bikaranîna madeyên teqemeniyê” li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê dihate darizandin 22 sal cezayê hefsê û 30 hezar lire cezayê pere hate birîn. Tûfan bi rêzê sewqî Pozanti, Vezîr Kopru, Samsûn û herî dawî Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê hate kirin.    ‘BILA DENGÊ ME BÊ BIHÎZÎN’     Tûfan di 10’ê îlonê de bi malbata xwe re bi telefonê axivî û tiştên ku di serdegirtina qawişê de vegotin. Tûfan ragihand ku 6 girtî xistine hucreyên yek kesî û 6 girtî jî sewqî girtîgehên cuda hatine kirin, da zanîn ku dest danîne ser hemû tiştên wî û wiha got: “Dema me sedemê vê yekê pirsî bi kuştinê gef li me xwarin û 15 roj an cezayê hucreyê li me birîn. Em 40 heval li odeyekê bûn em avêtin odeyên du kesan. 6 hevalên me sirgun kirin. Çi li hevalên me kirin agahiya me nîne. Her tim heqaretê li min jî dikin û bi sirgunkirinê gefan dixwin. Bi taybetî ji aliyê sergardiyan Mûstafa ve gef li me tên xwarin. Ji kerema xwe dengê me bibihîzin. Bila dengê me bê bihîstin heke em ê li vir bimirin.”   MALBAT BI FIKAR E   Dayik Hediye Tûfan a ji ewlehiya canê kurê xwe û girtiyên din bi fikare jî bi lêv kir ku têkildarî rewşa kurê xwe serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daye. Dayik Tûfan, ji bo ku li girtîgehan mirin çênebin banga hestiyariyê kir.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen