Mezrayên Cizîrê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ne 2022-09-14 10:31:35   ŞIRNEX - Mezrayên Newala Îsa Axa û Zuranê ku DEDAŞ’ê dixwest saetên ceyranê li ser dîrekên ceyranê bi cih bike, ev 2 roj in di bin ablûkaya polîs û leşkeran de ne.    Mezrayên Newala Îsa Axa û Zuranê yên girêdayî gundê Dîrsekliya navçeya Cizîra Şirnexê ev 2 roj in di bin ablûkaya leşker û polîsan de ne. Tîmên Belavkariya Ceyranê yên Dîcleyê (DEDAŞ) ji bo saetên ceyranê li ser dîrekên ceyranê bi cih bikin duh bi sedan polîs û leşkeran ve hatin gund. Mezra bi dehan wesayîtên zirxî hatin dorpêçkirin. Ji ber gundiya nexwestin saetên ceyranê bi serê dîrekan ve bikin alozî derket. Tevî ku gundiyan bertek nîşan dan jî dorpêça polîs û leşkeran ya li mezrayan didome.