Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin 2022-09-14 10:53:09   STENBOL - Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk diyar kir ku nabe ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar bê hiştin û wiha got: “Divê hemû derdor vê mijarê têxin rojeva xwe.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ji 25’ê adara sala 2021’an heta niha ji Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş agahî nayên girtin. Her wiha li gel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo serlêdana li dijî cezayê hefsê yê muebbeta giran biryara binpêkirinê dabû jî, heta niha tu gav nehatine avêtin. Tirkiyeyê hem gav neavêt, hem jî di bersiva xwe ya ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) de li xwe mikûr hat ku li dijî Îmraliyê hiqûqeke taybet heye. Tirkiyeyê di bersiva xwe ya herî dawî de diyar kir ku Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hatiye hiştin ku bi vî mafî re derfeta berdana kesên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn dide. Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk têkildarî sepanên li dijî Ocalan û bêparhiştina wî ya ji “Mafê hêviyê” nirxand.    Mukaddes Erdogdu Çelîk diyar kir ku li Tirkiyeyê di hiqûqê de her kes wekhev nîne û ev tişt anî ziman: “Li dijî kurdan cotstandartiyek heye. Dema mijar dibe gelê kurd û Abdullah Ocalan, ev cotstandartiye hîn kûrtir dibe. Ji bo vegotina karektera desthilatdariyê û şexsiyetên darazê yên girêdayî wê tu têgeh têrî nakin. Di halê hazir de li Tirkiyeyê normên hiqûqê nayên xebitandin. DMME ji bo Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala biryara berdanê dike lê bi vê biryarê nakin. Her wiha ji bo Abdullah Ocalan jî heta niha gelek daxwaz hatin ragihandin lê bi wan daxwazan nakin.”    'BÊHIQÛQÎ LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ DIKE’   Bi domdarî Çelîk anî ziman ku parçebûna ji ber pergala emperyalîst-kapîtalîst çêdibe, di serî de hiqûq û siyaset, bandora xwe li hemû qadan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her xebateke li dijî pergala heyî, di bin çarçoveya ‘terorê’ de tê nirxandin. Di bingeha van bêhiqûqiyan tevekan de jî ‘Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê’ heye. Wateya têgeha terorê ya di vir de gelek berfireh û bêsînor e. Di çarçoveya vê qanûnê de her muxalîfê li dijî pergalê derdikeve, rastî polîtîkaya zext û tepisandinê tê. Aliyê herî tund ê vê zilmê jî li girtîgehan û li dijî girtiyan tê kirin. Lewma jî heke mafekî Abdullah Ocalan ê hêviyê hebe jî dê vî mafî tune bihesibînin. Ji ber ku hemû bêhiqûqî ji ewil li Îmraliyê dest pê dikin.”    BANDORA BIRYARÊ YA LI SER GIRTIYÊN DIN   Di berdewamê de Çelîk bal kişand ser bêparhiştina Ocalan a ji “Mafê hêviyê” û ev nirxandin kir: “Serokkomarek û rejîmeke qesrê heye ku dibêje ‘biryarên DMME’yê me eleqedar nakin.’ Em ne li bendê ne ku biryarên demokratîk û adilane bidin. Lê belê bi peymanên ku wan bi xwe îmze kirine jî nakin. Mafê her kesê cezayê muebbetê girtî heye ku rojekê ji girtîgehê derkeve. Ev, mafê hêviyê ye. Prosedurên qanûnî jî vê dibêjin. Tirkiyeyê jî biryarên DMME û Konseya Ewropayê îmze kirine. Qanûnên navneteweyî li her devera cîhanê ser qanûnên herêmî de ne. Pîvaneke bi vî rengî heye. Lê belê desthilatdarî û pergaleke wisa heye ku guh nade yek ji van pîvanan.”    ‘DÊ EV BIRYAR BANDORÊ LI QADÊN DIN JÎ BIKE’   Çelîk, bi lêv kir ku bêparhiştina Ocalan a ji “Mafê hêviyê” dê bandora xwe li gelek deverên din jî bike û wiha domand: “Ev jî mîna sepana tecrîdê ye. Ji ewil Ocalan di Îmraliyê de asê kirin. Piştre girtîgehên bi tîpa F vekirin. Piştre jî bi tîpên F,T,S, L berdewam kirin. Tecrîd li her deverê belav bû. Îxtîmal heye ku zîhniyeta dibêje ‘Mafê Ocalan ê hêviyê nîne’, sibe dusibe vê sepanê li hemû girtiyên cezayê muebbeta giran lê hatiye birin ferz bike. Mînaka vê ya herî şênber jî girtiyên nexweş in.”    HIŞYARIYA ‘DÊ HER KES JÊ BANDOR BIBE’   Nivîskar Çelîk, da zanîn ku bêparhiştina Ocalan a ji “mafê hêviyê” bêhiqûqî ye û wiha got: “Tirkiye bi kîjan sedemê vî mafî qebûl nake? Divê sedema vê bibêje. Ocalan nûnertiya gelê kurd dike û gelê kurd jî dixwaze Ocalan azad bibe. Li seranserî cîhanê bi milyonan bi şîara ‘Ocalan vîna min a siyasî ye, berdin’ kampanyayan dimeşînin. Lê belê rojavayê Tirkiyeyê û gelemperiya tevgerên demokrasiyê vê mijarê naxin rojeva xwe jî. Heta ku vê mijarê nexin rojeva xwe, ev mijar weke pirsgirêkeke ku tenê Abdullah Ocalan û gelê kurd bedela wê didin dimîne. Bêgûman binpêkirina vî mafî dê di serî de bandoreke neyînî li kurdan bike. Lê belê ev dê tenê bandorê li kurdan neke. Dê bandorê li her kesî bike. Me pratîkên vê yekê di demên darbeyan de jî dît. Lewma jî divê hemû derdorên demokratîk vê mijarê têxin rojeva xwe.”    MUXALEFET HIŞYAR KIR   Çelîk, got “em li her derê di girtîgehê de ne” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tu kesek nikare mafê hêviyê asteng bike. Hêvî; berxwedan, têkoşîn û jiyan e. Li gorî min kesek nikare mafê hêviyê asteng bike û vî mafî xesp bike. Heke vê yekê bikin, sedema wê ew e ku li dijî xwe têkoşîneke xurt nabînin lewma dikin. Dibêjin ku qey ev zext tenê dê bi kurdan sînor bimînin û bi serê wan neyên. Maseya Şeş Ling û hinek derdorên çepa tirk dibêjin qey dê bêyî kurdan bikarin demokrasiyê ava bikin. Lê belê ev yek mimkin nîne. Lewma hemû kes neçare ku ‘mafê hêviyê’ têxe rojeva xwe. Divê ji bo vê têkoşîn hebe. Dikare qadên birêxistinkirina civakî bên pêşxistin û kampanyayên nû bên destpêkirin.”    MA / Esra Solîn Dal