Malbatên girtiyan: Em ji bo girtiyan çareseriyê dixwazin 2022-09-14 12:33:03   AMED - Xizmên girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin di çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya îro de diyar kirin ku ew ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş û yên cezayê wan hatiye şewitandin çareseriyekê dixwazin.    Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, malbatên girtiyan li Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro di roja 302'yan de li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) a Amedê domiya. Her wiha Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Alîkarî, Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî piştgirî dan malbatan.    Di çalakiyê de keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay, Herdem Merwanî axivî û da zanîn ku heta niha jî tu daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Bi domdarî Merwanî got ku wan gelek caran daxwaza berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin kirine lê belê bi vê daxwaza wan nehatiye kirin. Merwanî, bi domdarî ev tişt anî ziman: "Yek ji mafên girtiyan jî axaftina bi telefonê ye lê wî mafê wan jî binpê dikin. Girtiyan dişînin bajarên dûr û malbat nikarin biçin serdanê. Em dîsa bang dikin û bi dubareyî dibêjin ku em dixwazin çareseriyekê bibin vê pirsgirêkê. Tiştên ku têne kirin heke cezakirina malbatan nebe wê demê çi ye?"    Çalakî bi dirûşmên "Heq, hiqûq, edalet" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.