Malbata Şenyaşar: Yên ku di nava soza wan de edalet neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê 2022-09-14 12:54:38   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna wan a edaletê didome diyar kir ku kesên sozê wan a edaletê neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê ji ber ku dê winda bikin.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 555’an de de berdewam kir. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî tev li çalakiyê bibe û nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibehê de hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir. Şenyaşar, pankarta “Edalet ji bo malbata Şenyaşar, edalet bo her kesî” li blokên beton daliqand. Di dema nobetê de Şenyaşar têkildarî komkujiyê û têkoşînê agahiyan dide parêzer û welatiyên rêyên wan bi edliyeyê ketin.    ‘DÊ WIDAN BIKIN’   Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê li ber çavên wê hatibûn qetilkirin, bi hinceta “heqaret û îftîra” li Yildiz ê AKP’î kiriye, duh derket pêşberî dadger. Malbatê têkildarî danişîna duh li ser hesaba xwe ya medyaya civakî hesaba Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag etîket kir û di bi nivîsa “Edalet, bingeha milkî ye” ev peyam parve kir: “Dayika ku hevjîn û du kurên wê li nexweşxaneyê hatine qetilkirin û ev 555 roj in li pêşiya edliyeyê li edaletê digire niha tê darizandin. Yên ku di nava soza wan de edalet neyî, bila nebin namzetên desthilatdariyê. Ji ber ku dê winda bikin.”