Rapora Girtîgeha Eregliyê: Girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin 2022-09-14 14:42:25   MÊRSÎN - OHD, ÎHD û TUHAY-DER a Çukurovayê têkildarî rapora xwe ya derheqê Girtîgeha Eregliyê de daxuyanî da. Di raporê de hat gotin ku girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û hewadarî jî tenê bi saetekê hatiye bisînorkirin.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Şaxên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUHAY-DER) yên Mêrsînê, têkildarî lêkolînên xwe yên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê raporek amade kir. Rapor, li avahiya OHD’ê bi daxuyaniyekê hate parvekirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadî ji girtiyên nexweş re” hatibû daliqandin.    Ji parêzerên OHD’ê Halîl Gungor diyar kir ku li gelemperiya Tirkiyeyê piştî çalakbûna girtîgehên bi ewlekariya bilind, binpêkirinên mafan zêde bûne. Gungor, rapor wiha parve kir: “Di hevdîtinan de girtiyan gotin; girtî di odeyên yekkes de tên ragirtin, hewadarî hevpar nîne, ode ji hev dûr û li blokên cuda ne, sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyê nayên kirin, rojê tenê saetekê dikarin li hewadariyê bimînin û ev yek jî tecrîdeke sîstematîk e. Divê bê zanîn ku li seranserî Tirkiyeyê di hemû girtîgehên bi ewlekariya bilind de heman binpêkirin tên kirin û ev ne pirsgirêkeke îdarî ya herêmî lê polîtîkayeke giştî ye.”    JI BO ÎŞKENCEYA FIÎLÎ HUCREYÊN VEKIRÎ   Di berdewamê de Gungor anî ziman ku li girtîgehên bi ewlekariya bilind pergala tecrîdê hatiye sîstematîkkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên dawî de gelemperiya mirinên di bin navê ‘întîharê’ de li hucreyên yekkesî hatine kirin. Dema girtî bi tena serê xwe tên ragirtin, xetereya îşkenceya fiîlî û nêzikatiya xerab zêdetir dibe.”   BANG KIRIN   Herî dawî jî Gungor wiha got: “Divê ji sepanên ku rûmeta girtiyan binpê dikin dûr bisekinin. Lê belê sepanên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê, encama kiryarên rejîmekê înfazê ya derhiqûqî ye ku bi hestên siyasî tevdigerin. Zîhniyeteke wisa ye ku rûmeta mirovahiyê tune dihesibîne û mafên mirovan ên bingehîn binpê dike. Weke rêxistinên civaka sivîl banga me li Wezareta Edaletê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Midûrên Saziya Girtîgehê bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê ev e; êdî girtiyan nexin odeyên yekkesî, şert û mercên hewadariyê û saetên wê baş bikin, dawî li sepanên cihêkar ên di navbera girtiyan de bînin, rojê herî kêm saetekê li qada servekirî mafê sporê bidin girtiyan, mafê sewqkirina nexweşxaneyê yê girtiyan asteng nekin, ji ber ku înşaeta girtîgehê xelas nebûye bila sewqkirina girtiyan a li vê girtîgehê bê sekinandin, dawî li zexta ser girtiyan bînin û hemû mafên girtiyan dîsa lê vegerînin.”