Doza rojnamegeran ji ber guhertina şandeyê hat taloqkirin 2022-09-14 14:43:49   STENBOL - Danişîna biryarê ya rojnameger Semîha Şahîn û Pinar Gayip îro bû. Lê ji ber şandeya dadgehê hat guherandin, danişîna dozê hat taloqkirin.     Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) û nûçegihana wê Pinar Gayip jî di nav de, derheqê 4 kesan de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê îroo li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate dîtin. Parêzerên ku hatin dadgehê hîn bûn ku şandeya dadgehê guherî ye û dê di dozê de biryar dernekeve. Li ser vê yekê jî hincet nîşan dan.    Ji ber guhertina şandeya dadagehê, danişîna dozê hat taloqkirin.