Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên Ekolojiyê: Em ê di 17’ê îlonê de li Cûdî bin 2022-09-14 14:56:24   STENBOL - Komîsyonên Ekolojiyê yên HDP’ê û HDK’ê destnîşan kirin ku Bakurê Kurdistanê tê çolkirin û diyar kirin ku li dijî polîtîkayên talanê wê di 17’ê îlonê de tev li meşa Cûdî bibin.    Têkildarî meşa Cûdî ku dê di 17’ê îlonê de di pêşengtiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi dirûşmeya “Li dijî hilweşandina şer û talana xwezayê dimeşin” li Rêxistina HDP’a Stenbolê civîna çapemeniyê hate lidarxistin.    Berdevkê Meclisa HDK’ê ya Stenbolê Erkan Tepelî û Berdevka Meclisa Jinan Dîdem Acabey, Berdevkê Komîsyona Ekolojiyê yê HDP’a Stenbolê Volkan Bûlût, Hevserokên HDP’a Stenbolê Ferhat Encu û Îlknûr Bîrol tev li civînê bûn.    QIRQIRINA EKOLOJIYÊ     Bûlût ê ewilî mafê axaftinê girt diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê qirkirina ekolojiyê berdewam dike û mînakên qirkirina ekolojiye yên li cîhanê rêz kirin. Bûlût, da zanîn ku desthilat talankirinê li Tirkiyeyê bi biryarname û rêziknameyan rewa dike lê li bajarên kurdan ev hiqûq jî nîne, talankirin bi înîsiyatîfa midurên îdareya mulkî tên kirin û Kurdistan ji sermayeyê re hatiye vekirin.    RENGÊ POLÎTÎKAYA ŞER HATE GUHERTIN    Dûre Dîdem Acabey, diyar kir ku desthilat li Bakurê Kurdistanê bi salan e pêkanînên şerên taybet bi awayekî sîstematîk dîmeşîne. Acabey, da zanîn ku di salên 90’î de bi şewitandinên gundan hewl dan Bakurê Kurdistanê bê mirov bihêlin û destnîşan kir ku îro jî vê yekê bi qirkirina xwezayê pêk tîne. Acabey, diyar kir ku çandinî û sewalkarî dan xelaskirin, gelên herêmê dan koçberkirin û anî ziman ku ev qirkirina ekolojiyê jî polîtîkayeke şer e. Acabey, da zanîn ku ji b ovan polîtakayan bidin rawestandin têdikoşin û wê bi parazvanên jiyanê re di 17’ê îlonê li Cûdî bin û got: “Em li dijî van polîtîkayên dijminane bi hemû gelê herêmê re em ê bi hev re têbikoşin.”   LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞER Û TALANÊ   Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu diyar kir ku qirkirina li dijî Çiyayê Cûdî di asta herî jor de ye û bi lêv kir ku wê li dijî AKP’ê û MHP’ê meşê li dar bixin. Encu, anî ziman ku Bakurê Kurdistanê dikin çol û wiha got: “Em li dijî van polîtîkayên şer û talanê îtîrazên xwe bînin ziman. Bi sed salan e li dijî Kurdistanê polîtîkayên wisa tên meşandin. Qirkirina çandî û zindiyan tê armanckirin. Em bang li ekolojîstan dikin. Werin em bi hev re li wir dengê xwe bilind bikin û gotina xwe bêjin.”   BI ŞER SERÊ WÊ TÊ NIXUMANDIN   Dû re Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol axivî. Bîrol da zanîn ku bi destê “hevkarên herêmî” berîka patronan tê dagirtin û anî ziman ku bi siyaseta şer û pevçûnê ser hêrsa qezençkirina sermayedaran tê nixumandin.     BANGA PIŞTEVANIYÊ   Bîrol, diyar kir ku divê herkes qirkirina ekolojîk bibînin û li dijî vê rawestin. Bîrol banga piştevaniyê li herkesê kir.