Rojnamevan Aygul hate berdan 2022-09-14 15:59:56   BEDLÎS - Rojnamevan Sînan Aygul ku di quncik nivîsê xwe de ji parlamenterê AKP’ê re gotibû “siyasetmedarê fêlbaz” ceza girt û hatibû girtin, di çarçoveya destûra vîrûsa koronayê de ji girtîgeha lê girtî mayî hate berdan.    Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sînan Aygul ji ber di sala 2014’an de nûçeya têkildarî Projeya Enerejiya Jeotermal a 450 milyon dolar, derheqê Parlamenterê AKP’ê yê Bedlîsê yê wê demê Vahît Kîler de çêkiribû û di nûçeyê de jê re gotibû, “Siyasetmedarê fêlbaz” ceza lê hatibû birîn. Cezayê rojnameger Aygul hatibû erêkirin û ji ber vê hatibû girtin. Aygul di çarçoveya destûra vîrûsa koronayê de hate berdan.   Aygul ê di derketina girtîgehê de daxuyaniyek da, destnîşan kir ku biryareke rêgezî daye û li pişt vê biryarê ye û got: “Em ê li cihê em lê mane em ê berdewam bikin. Qasî ku nelirêtî, dizî, înkar, pişaftin û hwd. hemû nebaşî bidomin rojnamevaniya me jî wê bidome.”   DIBE KU DÎSA BIKEVE GIRTÎGEHÊ   Parêzerê Aygul, Bûrhan Aksoy bi lêv kir ku berdana wî rewşeke demkî ye, aygul hêj hikumxwar e û got: “Muwekîlê min ji girtîgeha vekirî di çarçoveya “Destûra Şewba Vîrûsa Coronayê” de derket. Destûr wê 30’ê îlonê biqedin. Heke bê dirêjkirin wê înfaza cezayê xwe yê 75 rojan li der ve temam bike. Lê heke destûr neyên dirêjkirin û muwekîlê min di biryara xwe de israr bike wê dîsa bikeve girtîgehê.”