Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin 2022-09-15 09:08:43   ŞIRNEX - Hilbijartiyên Şirnexî bal kişandin ser qirkirina daran a li Cûdiyê didome û hemû kesên xwezaparêz û çandparêz vexwendin meşa ber bi Cûdiyê ve ku dê di 17'ê Îlonê de bê lidarxistin.   Bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 17'ê Îlonê de bi dirûşmeya "Em li dijî wêrankirina şer û talankirina xwezayê dimeşin" ber bi Çiyayê Cûdiyê ve meşek bê lidarxistin. Hevşaredarên HDP’î yên Silopiya, Cizîr û Hezexê bertek nîşanî qirkirina daran dan û bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin vê meşê.   ‘ÊRIŞA LI SER HÊVIYA GEL'   Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan destnîşan kir ku Çiyayê Cûdiyê di dîrokê de pêşengtiya çandan kiriye û got ku qirkirina daran li Cûdî, Gabar û Bestayê talan e. Fîdan anî ziman ku talankirina xwezaya Botanê di heman demê de qirkirineke li dijî çand û hebûna gele jî. Fîdan wiha domand: “Cihên ku îro talana xwezayê lê pêk tê, ew cih in ku di salên 90’î de bi şewitandina gundan hatin valakirin. Maên gel hatin şewitandin û gel bi darê zorê hat koçberkirin. Daristanên wan gundan, dîroka gel bû. Niha ew dîroka ji gel mayî tê tunekirin. Dema ku em li bûyeran dinêrin, em dibînin ku hewl didin ku dîrok û hafizeya kurdan tune bikin. Vê yekê ji bo tunekirina hêviya gel ku dibêjin 'roj bê em ê vegerin' dikin. Em vê qetlîama li ser çand û nirxên civakê tê kirin qebûl nakin.”   Fîdan destnîşan kir ku divê her kes beşdarî Meşa Cûdiyê bibe ku dê di 17’ê Îlonê de li dijî talankirina xwezayê pêk bê û wiha got: “Em dixwazin jin pêşengiya vê meşê bikin. Ji ber ku herî zêde dilê jinan diêşe. Ji Stenbol, Çanakkale, Amed û Wanê divê her kes ber bi Cûdiyê ve bimeşe. Dema xweza tê talankirin divê her kes bêyî cihêkarî bertekên xwe nîşan bide."   ‘HINCETA EWLEHIYÊ'   Piştre Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavlûk axivî û wiha got: “Ev 100 sal in çiyayên me bi vî rengî tên talankirin. Ev asîmîlasyon û talankirina xwezayê di heman demê de qetlîama li dijî hebûna gelê me ye. Bi salan e bi navê 'ewlehiyê' hewl didin ku erdnîgariya me talan bikin. Li aliyekî bi hinceta 'ewlehiyê' xwezaya me talan dikin, li aliyê din jî li heman cihî mîhrîcanan li dar dixin. Dibêjin tu pirsgirêkên ewlehiyê nîn in. Nexwe çima li cihên ku mihrîcanan li dar dixin û ji bo wê dibêjin 'pirsgirêka ewlehiyê nîn e', xwezaya me qir dikin?"   Şavlûk bibîr xist ku dema li rojavayê Tirkiyeyê şewatek biçûk jî çêdibe bi helîkopter û agirkujan seferberî tê ragihandin û wiha got: “Lê dema ku mijar dibe herêma me, pratîkeke cuda rû dide. Em bang li hemû ekolojîst û xwezahez dikin; Hûn li ku ne? Darên Şirnexê qey ne dar in? Ger hûn bera jî xwezahez bin, hûn ê li ber talana li vir rabin. Em bang li her hmû eksên xwedî wijdan dikin ku di 17’ê Îlonê de li cem me bin. Ger em bi hev re bertekê nîşan nedin wê xwezaya me bi temamî bê talankirin. Divê em li dijî vê qetlîama sîstematîk rabin."   ‘ÊRIŞA LI SER HEBÛNA GELÊ KURD E'   Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin destnîşan kir ku talankirina xwezaya herêmê ne derî polîtîkayên şerê taybet e. Kûtlû anî ziman ku talana li herêmê dewama polîtîkaya tunekirina fizîkî ya gelê kurd e û wiha got: “Hêleke din a êrişên li ser vîna gelê kurd, talankirina erdnîgariya gelê kurd e. Niha li erdnîgariya Kurdistanê talaneke mezin a xwezayê pêk tê. Ger li cihekî xweza bê talankirin, li wir jiyan ne pêkan e. Xweza ji bo mirovahiyê jiyan e. Gel bi vê xwezayê xwe xwedî dike. Lê îro bi navê 'ewlehiyê' Kurdistanê talan dikin. Em kiryarên vê talanê şermezar dikin. Ez bang li şirîkên vê talanê dikim; Dîrok wê hesabê talankirina xwezaya Kurdistanê bipirse. Ji bo 3 quruş pereyan şirîkantiya vê talanê dikin. Ev gel heqê xwe li wan helal nake. Werin em ber Cûdiyê ve bimeşin û pêşî li ber van polîtîkayên qirker bigirin."   ‘EM Ê DENGÊ XWE BILIND BIKIN'   Hevşaredarê Hezexê Murat Şen ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin wiha got: "Bêyî xwezayê jiyan ne pêkan e. Lewma divê em xwezaya xwe biparêzin. Ne tenê xwezaya Botan û Kurdistanê, hemû xwezaya cîhanê ji bo me girîng e. Li ku dibe bila bibe, ger talaneke xwezayê hebe, em ê li dijî wê rabin. Li Botanê qadên daristanî yên mezin hene. Bi taybetî jî Besta, Cûdî û Gabar cihên me yên daristanî ne. Lê belê di van salên dawî de bi taybetî li van herêman birîna daran bi awayekî cidî tê kirin. Bi hinceta 'ewlehiyê' dikin. Lê belê, ew armanc dikin ku ji vir dahatê bi dest bixin û hin beşên ku nêzî wan in dewlemend bikin. Ji bo vê jî xwezaya gelê kurd talan dikin. Di 17’ê Îlonê de ji bo parastina xwezaya xwe, em ê meşeke girseyî li dar bixin. Em dixwazin ku her kes tevlî meşê bibe û li dijî polîtîkayên qirêj ên li Botanê tên meşandin bertekên xwe nîşan bidin.”   ‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN TALANÊ'   Hevşaredara Hezexê Songul Erden jî ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin wiha got: “Li tevahiya Botanê polîtîkayeke talanê tê meşandin. Wêneyê herî mezin a talankirina xwezayê qirkirina daran e. Ji aliyekî ve darên tên birîn ji bo xwe dikin bazirganiya rantê, li aliyê din jî armanc dikin ku herêmê ji mirovan xalî bikin. Ev polîtîka tenê ne ji bo herêma Botanê, li tevahiya Kurdistanê tê meşandin. Pêşî di salên 90'î de gundên me talan kirin û gelê me neçar kirin ku koçî bajaran bikin. Niha jî xwezaya me talan dikin. Pêwîst e hemû gelê me di 17’ê Îlonê de mil bidin milê hev û li dijî vê talanê dengê xwe bilind bikin. Em destûrê nadin ku dewlet bi vî rengî xwezaya me talan bike. Ji ber vê em her kesî vedixwînin meşa ber bi Cûdiyê ve."