Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin 2022-09-15 09:28:20   MÊRSÎN - Li Mêrsînê piştî parlamenterê MHP’ê Olcay Kilavûz hedef nîşandan, 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin.     Parlamenterê MHP’ê yê Mêrsînê piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê hedef nîşan da, li ser xebatkatkarên şaredariyê operasyon hate lidarxistin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi îdiaya li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal “propagandaya rêxistinê” kirine lêpirsîn da destpêkirin û di vê çarçoveyê de derbarê 10 personelên şaredariyê de biryara binçavkirinê dan. Di çarçoveya biryarê de polîsan di saetên serê sibê bi ser mala personelan de girtin. Di serdegirtinan de Alî Kaya, Ferhat Eren, A.K. , B.B., D.B., H.S., K.B., M.E.Î., Î.G. û S.M. hatin binçavkirin.    10 kesên ku hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.