Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir 2022-09-15 11:57:53   AMED - Nazmiye Şen a her kêliya ku diçe nan distîne roja qetilkirina keça wê Hêlînê tê bîra wê destnîşan kir ku kujerê ji ber ku unîformayê wê hebû nehat cezakirin û got: “Min soz da Hêlînê û hemû zarokên hatine qetilkirin ku ez ê dest ji têkoşîna xwe bernedim.”   Di 12’ê cotmeha 2015’an de di pêvajoya qedexeya derketina derve de li navçeya Sûra Amedê dema Helîn Hasret Şen bi dayika xwe re çû nan stendinê ji aliyê wesayîta leşkerî ya tîpa kobrayê ve di encama gula baranê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Şen ji ber gulebaranê saetek şûnda ji cihê ku hatiye kuştin hat rakirin. Serdozgeriya Amedê lêpirsîn dabû destpêkirin û piştre jî derbarê dosyeyê de biryara sînordarkirinê dabû. Di lêpirsîna îdarî ya Desteya Venêrînê ya Polîsan a Walîtiya Stenbolê di 28’ê îlona 2017’an de biryara 2 sal kidem sekinandinê ya bersûc Abdûllah Ercan hate dayîn.    Doza tazmînatê ya li dijî Wezareta Karên Navxweyî hatiye vekirin de 3'yemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê biryar da ku ji sedî 85 Wezaret xwedî kêmasiye û dê 314 hezar lîre tazmînatê bide malbatê.    HEWLDANA PAKKIRINA POLÎSÊ BERSÛC   Lêpirsîna polîsê bersûc ya li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin piştî 3 salan hate temamkirin û di 12’ê berfanbara 2018’an bi “kuştina zanebûn” îdianame hate amadekirin. Îdianame bi hinceta “di madeyên sewqkirinê de xeletî heye” paş ve hat vegerandin û di 14’ê kanûna 2019’an de bi hinceta “kuştina bi xeletî” îdianame ji nû ve hate amadekirin. 8'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Amedê, kirinên bersûc bi hêceta ku “kuştina bi zanebûn” pêk aniye biryara bêpeywiriyê da. Piştî biryarê polîsê bersûc Ercan bi hinceta “kuştina bi xeletî” li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate darizandin. Herî dawî di danişiîna 6’ê îlona 2022’an de dadgeh girtina polîsê bersûc wek bipîvan nedît û daxwazên girtina wî careke din red kir.    Nazmiye Şen piştî 7 salan têkoşîna edaletê berneda û ji aliyekê têkoşîna xwe didomîne ji aliyê din ve jî li dîwarên mala xwe bi daliqandina wêneyên keça xwe Hêlînê dide jiyîn.    ‘LI ERDÊ, PIŞTA WÊ LI MIN BÛ’   Dayik Şen anî ziman ku kuştina keça wê tim li pêş çavê wê ye û tiştên wê rojê jiyane wiha vegot: “Yekem carê ez di sala 2015’an de rastî qedexeyên kolanan hatim. Qedexeya derketinê çî ye me nedizanî. Tu hişyarî nehatin kirin. Tenê ji dûr ve hin deng dihatin. Qedexe roja şemiyê hate îlankirin û taxa ku em tê de bûn tu pevçûn û xendek tune bûn. Ji dûr ve deng dihatin, zarok pir ditirsiyan û heya serê sibê ji tirsan direcifîn. Digotin ‘Dayê em ditirsin.’ Li malê ceyran, av, xwarin tiştek tune bû. Kurê tiyê min got ku manav vekirî ye. Sihara duşemê em ji bo ku taştê amade bikin çûn firin û manavî.    ‘XWÎŞKA TE MIR’   Dema ku min bacansor û pirteqal kirîn keça min li quncikê disekinî. Tişten ku min kirîn min da keça xwe û ez ji bo kirîna nan çûm firinê. Tenê em cîran û zarok hebûn. Jixwe di qeydên kamerayan de jî derket. Di wê kêliyê de di wesayîta kobrayê ya pişt de dengê 3 teqîna quleyan hat. Em pê nehesiyan bê ka çi dibe û qêrînên ku ‘li zarok xistin’ berz bûn. Ez pişt keça xwe bûm. Hêlîn li erdê bû, pişta wê li min bû. Min nedizanî ku miriye. Cîranan dikir qêrîn, zarok hatibû kuştin û dengê guleyan nedihat birîn. Cîrana min laçika xwe ya spî avêt û keça min ji erdê rakir. Ji min re negotin ku miriye. Gotin Hêlîn ji ser hemdê xwe çûye. Min hewl da ku ez keça xwe bibînim. Demekê di hewşa malê de ma. Bavê wê ji nexweşxaneyê zanî ku keça min jiyana xwe ji dest daye û ji bo ku ambûlans bê wê ji wir bigire çûye dozgeriyê. Bavê wê ji bo ku bikeve Sûrê hewl daye lê ji ber pevçûnan nehiştine ku bikeve Sûrê. Hêlin çiqas li erdê wisa ma nayê bîra min. Mê hê jî nedizanî Helîn miriye. Pişt re em jî girtin û em çûn nexweşxaneyê. Hevjînê min keça min a biçûk himêz kir, jê re got ‘xwîşka te mir’ û dinya bi serê min de hat xwarê. Min keça xwe di bin dorpêça polîsan de veşart. Ji ber ku hemû polîs li wir bûn.”    'HER KU NAS DISTÎNIM HEMAN TIŞTAN DIBÎNIM’   Dayik Şen anî ziman ku her cara ku ew diçe nan distîne heman tiştan dibîne û ev tişt gotin: “Neînim ziman jî her roj heman tiştî dijîm. Min zarokekî xwe di dema ku ji bo wan taştê amade bikim de winda kir. Zarokekî 12 salî bû. Kîjan wijdan vê yekê qebûl dike? Lê em di demeke ku wijdan, edalet û mirovahî nîne de dijîn.”   '7 SAL E TÊDIKOŞIM’   Şen bi bîr xist ku piştî 3 salên li ser kuştina keça wê derbas bûn, lêpirsîn hate temamkirin û destnîşan kir ku ew ji bo bersûc bên darizandin têkoşîn daye. Şen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dama ku tê lêpirsîn kujer kî be diyar dibe. Me bi salan têkoşîn da lê dosye tim hatin girtin. Heya 4 salan piştî kuştina keça min faîl nediyar bû. Li vir polîtîkaya bêcezahiştinê heye û eger faîl xwe sipartibe unîformaya xwe, nayê darizandin. Dosye ket sala xwe ya 8’an û kujer ji “kuştina bi zanebûn” nayê darizandin. 7 sal e ji bo keça xwe têkoşînê didim.”   ‘MIN SOZ DA HÊLÎNA XWE: EZ Ê BIHÊZ BIM’   Şen anî ziman ku hezaran zarok wekî keça wê hatine qetilkirin û wiha bang li dayikên zarokên xwe winda kirine kir: “Êşên me jî serpêhatiyên me jî wekî hev in. Hemû jî zarokên Kurd in. Ma zaroka min kurd nebana dê bihata qetilkirin? Li pey keça min tenê bîranîn û wêneyên wê man. Ji bo zarokên xwe dengê xwe derxin. Kesên ku ciwantiya zarokên me ji wan stendine bila bên darizandin. Ew delalên ber dilên me birin, bila bi zarokên xwe re neçin sînemayan. Ez vê yekê nikarim qebûl bikim. Min soz da Hêlîna xwe ku dê qahîm bisekinim. Dê rondikên min bibarin, êşa te heya hava hestiyên xwe hîs dikim. Lê ez ê tu carî dest ji têkoşîna edaletê bernedim. Dibe ku ev 10 an jî 20 sal jî bidome. Heta ku faîl bên darizandin û cezayê herî giran bigirin ez ê dest ji têkoşîna xwe bernedim.”   MA / Eylem Akdag