Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist 2022-09-15 12:17:02   RIHA - Ferît Şenyaşar ê têkoşîna xwe ya edaletê bênavber didomîne, di roja 556’emîn a nobeta xwe de çalakiya bêdengiyê li dar xist.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 556’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibê de hate ber Edliyeya Rihayê û li qada ku weke “Quncikê Edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin nobeta xwe da destpêkirin. Şenyaşar bi blokên beton ên li ber deriyê edliyeyê ve pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet ji bo herkesê edalet” hate daliqandin.    ‘JI BER GOTIN NEMAYE MIN XWEST BÊDENG BIM’   Şenyaşar, weke bertek nîşanî bersivnedayîna daxwazên wan a her roj bi daxuyaniyên çapemeniyê tîne ziman, çalakiya bêdengiyê lidarxist. Şenyaşar ê kaxizekê “Edalet” li ser dinivîsî qasî deqîqeyekê di destê xwe de girt qet neaxivî. Şenyaşar, piştî çalakiyê wiha got: “Êdî gotina ku bibêjin nemaye ji ber wê min xwest bêdeng bim.”