Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike 2022-09-15 13:42:17   AMED - Malbatên girtiyan ên di roja 303'yemîn a Nobeta Edaletê de li ber Edliyeya Amedê axivîn, wiha gotin: “Dewlet zilmê li kurdan dike.”   Çalakiya malbatên girtiyan a ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan dane destpêkirin, di roja 303'an de berdewam kir. Malbatên girtiyan yên Amedê ji bo bertekên xwe nîşan bidin, li ber Edliyeya Amedê hatin gel hev.Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de xwîşka girtiyê nexweş Abdulselam Guler ê 29 sal in di girtîgehê de Încî Guler axivî. Guler, da zanîn ku tevî 11 meh in çalakiya xwe didomînin jî daxwazên wan nehatine bi cih û wiha got: “Em li kolanan dibêjin Heq, Hiqûq û Edalet lê belê em îro dibînin ku AKP û MHP dibêjin em ê kurdan qir bikin. Îro nexweşên me nexweşên giranin. Em ji wan re dibêjin nexweşên me berdin, em nexweşên xwe tedawî bikin. Lê belê nexweşên me têxin hucreya, li nexweşên me xwedî dernakevin û nexweşên me nabin nexweşxaneyan. Gava dibin jî bijîşk bi çavê dijminatiyê li zarokên me dinêre.”    'GIRTIYÊN NEXWEŞ JI BO EDALETÊ KETINA GREVA BIRÇÎBÛNÊ'   Guler, bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê û wiha berdewam kir: "Nexweşên me îro di girtîgehan de ketine greva birçîbûnê. Ji bo çi? Ji bo bê edaletê. Îro em ji AKP'ê û MHP'ê re dibêjin hûn gihîştin hevdû û we serokê çeteyan berda. We qanûnên xwe derxistin. Em di bêjin ku qanûnên xwe pêk bînin. Înfazên zarokên me ne şewitînin. Îro li vê erdnîgariyê dewleta tirk zilm û zoriyê li me kurdan dike. Em dibêjin ku hûn zilmê dikin. Qanûnên we hene li zîndanan vê zilmê nekin. Em çiqas tên li vir hûn evqas zilm û zoriyê li ser zarokên me zêde dikin. Em vê yekê qebûl nakin.”    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Biji berxwedana zîndanan” û “Heq hiqûq û edalet” hatin berzkirin.