Doza Apê Mûsa: Ji bo me nexelas! 2022-09-15 15:20:43   ENQERE - Rojnamevan Huseyîn Aykol ê di daxuyaniya piştî danişîna doza têkildarî qetilkirina rojnamevanê kurd Apê Mûsa ya ji demboriya wê re 5 roj man de axivî, wiha got: “Bikeve ber demboriyê jî nekeve jî em ê vê dozê heta dawiyê bişopînin. Ji bo me doz neqediya.”   Zanyarê kurd û rojnameger Mûsa Anter di 20’ê îlona sala 1992’yan de li Amedê hate qetilkirin. Têkildarî bûyerê doz hatibû vekirin û ev doz bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û ya Ayten Ozturk re kiribûn yek dosya ku di sala 1993’yan de li Amedê ji hêla Mahmût Yildirim ê bi koda “Yeşîl” ve hatibû qetilkirin. Danişîna biryarê ya dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate dîtin. Têkildarî danişînê ku rîska demboriya wê heye li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê hate lidarxistin.    Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol û gelek nûnerên saziyan tev li civîna çapemeniyê bûn.    Turkdogan ê di civînê de ewilî axivî, bi lêv kir ku dadgehê di dema danişînê de niyeta xwe aşkere kir û wiha got: “Me ji wan re got hem li dijî mirovahiyê sûc tê kirin, têkildarî demboriyê biryarê nedin hem jî got ev doz ji 3 îdianameyan pêk tê û divê Doza Anter cuda bigirin dest.”   TURKDOGAN: EM HEQÎQET Û EDALETÊ DIXWAZIN   Turkdogan, wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Heke îfadeya Abdulkadîr Aygan hêj nikare bê girtin, em li vir bi politikaya bêcezatiyê re rûbirû ne. Kirariyên ku bixwazin çend rojan de pêk bînin nakin. Mafê heqîqetê gelek girîng e. Heke welatek heqîqetê dernexîne holê ev welat bipirsgirêk û antî demokratîk e. Em dixwazin hemû sûcên ku vê çeteya di nava dewletê de kirî ne derkevin holê. Em dixwazin cezayê ku faîlan heq kiriye werbigirin. Em heqîqet û edaletê dixwazin.”   ANTER: DOZA MÛSA ANTER WÊ WEKE EYNIKEKÊ BE   Dû re Dîcle Anter ê axivî, diyar kir ku di van cînayetên wisa de ne pêkane demborî pêk bê û wiha got: “Me heta niha hemû daxwazên xwe nû kirin. Me jî diyar kir ku Hamît Yildirim ê bi şertê kontrola edlî hatiye berdan, di 5’ê îlonê de şerta kontrola edlî bin pê kiriye. Kuştinên kiryarên nediyar ên li Tirkiyeyê xwedî avabûneke dîrokî ne. Rêze cînayetên ku ji Mûstafa Suphî heta roja me ya îro hatine hene. Doza Mûsa Anter wê ji bo aşkerabûna van cînayetan mîna neynikekê be. Dozeke ku wê bûyerên bi vî rengî ronî bike. Ez difikirim ku encama erênî ya vê dozê dê ji bo edaleta Tirkiyeyê girîng be.”   AYKOL: EM Ê APÊ MÛSA BI BI BÎR BÎNIN   Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol da zanîn ku di kevneşopiya çapemeniya azad de 52 rojname hatine derxistin, Anter di rojnameya ewil de weke nivîskar cih girtî ye û wiha got: “Ji destpêkê ve em tev li vê dozê bûn. Me ev yek bi çêkirina her şêwe nûçeyên li ser Anter nîşan dan û em ê vê yekê bidomînin. Aykol, destnîşan kir ku şandeya dadgehê di mijara demboriyê de zû de biryara xwe daye û got: “Dîsa jî divê mirov di 21’ê îlonê de li danişînê be.”   Aykol axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema Mûsa Anter kuştin, fikirîn ku peyhatiyên wî wê belav bibin lê wisa nebû. Me ji wê roja heta niha ji 50’yan zêdetir rojname derxistin, ji 10’an zêdetir televîzyonên me hene. Bikeve ber demboriyê jî nekeve jî em ê vê dozê heta dawiyê bişopînin. Ji bo me doz neqediya.”   BASKIN: EV WELAT DEYNDARÊ ME YE   Parêzer Eren Baskin jî bi bîr xist ku Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê ku bavê wî jî di nav kesên hatine qetilkirin de ye wê sibê bê dîtin û wiha got: “Xwezî em neketibûna çerxeke wisa ya bêedaletiyê. 30 sal in weke encamên heman berhema aqilekê em li vir kom dibin. Zarokên beriya 30 salan ji dayik bûne hêj daxwaza edaletê diqîrin. Tişta ku em dikin tenê ew e ku bi wêneyekî di destê me de li qadan bigerin. Ev welat ciwantiyekî û pêşerojekî deyndarê me ye. Em sibê herkesê vedixwînin Danişîna Doza Sereke ya JÎTEM’ê ku dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê saet di 14.00’an de were dîtin.”