HDP’ê têkildarî tundiya li Guzelê hatibû kirin, gilî kir 2022-09-15 15:41:56   ENQERE - Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê têkildarî tundiya li Semra Guzelê hatibû kirin, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, polîsan û organên çapemeniyê yên dîmen servîs kirin, gilî kirin.    Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser navê parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a di 2’yê îlonê de hatibû binçavkirin û girtin û HDP’ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da. Komîsyonê xwest ku derbarê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, polîsan û organên çapemeniyê yên dîmen servîs kirin de lêpirsîn bê destpêkirin.    JI 6 SÛCAN GILÎ KIRIN    Di serlêdana sûc de hate xwestin ku ji xalên “îşkence” , “heqaret” , “teşwîqkirina sûc” , “Sorkirina gel a kîn û dijminatiyê” , “binpêkirina nepentiya lêpirsînê” , “bandorê li ser darizandina adil bike” yên di Qanûna Ceza a Tirk de cih digirin, kirarî bên kirin.   Di serlêdana sûc de hat ragihandin ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû piştî ku Guzel di 2’yê îlonê de hat girtin li ser hesaba xwe ya twîtterê hedef nîşan da û agahiyên derew pêşkeşî raya giştî kir.