Bozdag: Em ê rewşa Aysel Tugluk sibe nîqaş bikin 2022-09-15 16:31:33   ENQERE – Wezîrê Edaletê yê AKP’î Bekir Bozdag di bernameyeke televîzyonê de îdia kir ku dê derheqê girtiyên nexweş de sererastkirineke nû bikin. Bozdag, derheqê nexweşa demansê Aysel Tugluk de jî axivî û got ku dê têkildarî rewşa Tugluk sibe hevdîtinan bikin.    Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û rojevên heyî nirxand. Di nirxandinên xwe de Bozdag bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û îdia kir ku ji bo girtiyên nexweş paketeke darazê yê nû amade dikin.    Yek ji girtiyên nexweş û Cîgira Hevserokê Giştî yê HDP’ê ya Berê Aysel Tugluk ku teşhîsa demansê lê hatiye kirin, tevî biryara berdanê jî nayê berdan. Têkildarî rewşa Tugluk jî Bozdag ev tişt anî ziman: “Em ê rewşa Aysel Tugluk di 16’ê îlonê de nîqaş bikin. Gelo têkildarî girtî û hikûmxwarin nexweş em dikarin çi bikin. Di vê mijarê de hevalên me xebatên xwe didomînin. Em dibînin ku hewcehî bi sererastkirinên nû heye.”