Tifaqa Ked û Azadiyê: Xwezaya Kurdistanê ne bi tenê ye 2022-09-15 19:00:05   STENBOL - Îtîfaqa Ked û Azadiyê û saziyên ekolojiyê diyar kirin ku dê sibê li dijî talankirina xwezaya Şirnexê têkevin rê û gotin: "Dar, ax, çiya û çemên Kurdistanê ne bi tenê ne."   Tifaqa Ked û Azadiyê ku Kongreya Demokratik a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê, Malên Gel (Halkevlerî), Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst di nav de cih digirin û Yekîtiya Ekolojiyê, li Îskeleya Kadikoyê têkildarî Meşa Cûdiyê ku  dê di 17'ê Îlonê de li dijî talankirina xwezaya Şirnexê bi dirûşmeya "Em li dijî wêrankirina şer û talankirina xwezayê dimeşin" bê lidarxistin, daxuyanî dan. Gelek siyasetmedar, parêzvanên xwezayê, rêxistinên ekolojiyê û aktivîst tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankratên "Li Şirnexê xweza tê talankirin" û "Tevlî karwanê Mezopotamyayê bibe, santralên termîkê bigire" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmeya "Daristan û çem ne sermaye ne" hat berzkirin.   ‘EM LI DIJÎ TALANKIRINA EKOLOJIYÊ BI RÊ DIKEVIN'   Endama Komîsyona Ekolojiyê ya Malên Gel Nevrûz Tugçe Ozçelîk diyar kir ku dê tevî parêzvanên jiyan, ekolojî û xwezayê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk têkevin rê. Ozçelîk ku bang kir "Em li dijî talankirina xwezaya Şirnex, Farqîn, Amed û Mêrdînê dikevin rê" wiha got: "Ji bo em bibêjin dar, ax, çiya û çemên Kurdistanê ne bi tenê ne, em dikevin rê. Em careke din her kesî vedixwînin meşê."   ‘HER TIŞT VEGUHERÎ SERMAYEYÊ'   Ji Koalîsyona Edaleta Avhewayê Mûzaffer Asma jî diyar kir ku polîtîkayên xalîkirina ji mirovan yên li herêmê ji dema Şêx Seîd heya niha veguherîne talankirina xwezayê û wiha got: “Ji bo em balê bikşînin ser vê herêmê em diçin. Em bang li raya giştî jî dikin ku hestiyar be di vî warî de."   TÊKOŞÎN LI DIJÎ TALANKIRINÊ   Li ser navê Tifaqa Ked û Demokrasiyê Ûtkû Şahîn metna daxuyaniyê xwend. Şahîn bal kişand ser hêzên sermayeyê yên li Tirkiyeyê û got ku ev ji bo sermayeya xwe zêdetir bikin berê xwe didin xwezayê. Şahîn destnîşan kir ku di serî de Şirnexê li gelek deverên herêmê bi hinceta şer bi salan e daristan tên qirkirin û got: "Lewma em ê piştgiriya meşa 17'ê Gulanê bikin. Em rêxistinên ekolojiyê û aktivîstên ekolojiyê ji bo tevlî meşê bibin em ê di 16'ê Îlonê de ji Stenbolê têkevin rê. Em ê bi hev re li her derî li dijî talankirina ekolojiyê rabin û bi hev re vê rewşê biguherînin."   Şahîn bilêv kir ku li Gabar, Besta û Cûdiyê 2 sal in bi awayekî bêkontrol dar tên birîn û got ku ev qirkirin di 7 mehên dawî de zêdetirî ji sedî 8'ê qadên daristanan tune kiriye. Şahîn got: "Em ê dest ji kesên vî sûcî dikin bernedin û ji bo bên darizandin çi ji destê me bê em ê bikin."     Şahîn di dawiya daxuyaniyê de her kesî vexwand meşa ku dê di 17'ê Îlonê de ber bi Çiyayê Cûdiyê ve bê lidarxistin û wiha got: "Xwedîderketina li pêşeroja xwe, axa xwe, av û daristanên xwe parçeyeke têkoşîna mirovahiyê ye. Em ê bi têkoşîneke hevpar vê rewşê biguherînin."