'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin' 2022-09-16 09:02:47   AMED - Gelê Amedê têkildarî Meşa Çiyayê Cûdî axivîn û bertek nîşanî qirkirina daran dan. Welatiyan got ku birîna her darekê tê wateya qetilkirina mirovekî.    Zêdetirî 2 sal in li herêmên Şirnexê di bin navê “ewlekariyê” de û di bin kontrola leşkeran de bi destê cerdevanan dar tên birîn. Bi taybet jî rojane li deverên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyan ên herêma Bestayê bi dehan TIR’ên daran tên birîn û ber bi bajarên din ên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ve tên veguhestin. Qirkirina xwezaya Şirnexê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rastî bertekên tund ên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û gel hat. Bi mebesta darizandina kesên tiliya wan di birîna daran de heyî û pêşîlêgirtina talanê, baroyan jî serlêdanên hiqûqî kirin. Li gel hemû hewldanan jî talana bi kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan tê kirin bênavber domiya.    Ji bo pêşîlêgirtina talankirina xwezaya Şirnexê û parastina ekolojiye, bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di 17’ê îlonê de li Çiyayê Cûdî bi dirûşma “Em li dijî wêraniya şer û talankirina xwezayê dimeşin” meş tê lidarxistin. Tê payîn ku ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek kes beşdarî meşê bibe. Yek ji van bajaran jî Amed e. Gelê Amedê têkildarî qirkirina xwezayê û Meşa Çiyayê Cûdî bi ajansa me re axivî.    ‘HER DAREK MIROVEKE’   Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Seyfedîn Gul (60) axivî û got ku Meşa Çiyayê Cûdî ji bo pêşîlêgirtina talana xwezayê dê bibe bertekeke baş. Bi domdarî Gul bi lêv kir ku hewceye gel dengê xwe bilind bike û li hemberî vê talanê derbikeve. Gul, wiha berdewam kir: “Her darek mirovek e. Di navbera wan de tu ferq tune ye. Kesekê darekî bibire her we ye ku mirovek qetil kiriye. Em bi saya daran bêhnê digirin. Heke îro dar bên tunekirin, jiyana mirovan jî bi dawî dibe. Kesên ku van daristanan dibirin ne mirovin. Ev wehşete. Ji bo jiyanê divê em daran nebirin lê daran biçînin. Jixwe germbûna kurewî bandoreke giran li jiyana mirovan dike û heke dar jî bên tunekirin, jiyan êdî namîne. Çima gava li Anatoliyayê şewatek derdikeve dinyayê xerab dikin lê dema tên darên me dibirin û dişewitînin kesek dengê xwe nake? Ev kar, ne karê mirovahiyê ye.”     ‘DIVÊ EM XWEDÎ LI XWEZAYA XWE DERKEVIN’   Ji şêniyên Amedê Sevdîn Kaçmaz (19) jî bertek nîşanî talankirina xwezaya Kurdistanê da û got ku divê hemû kes li dijî vê talanê rabe ser pêyan. Kaçmaz, bi domdarî bi lêv kir ku birîna daran xetereyeke mezin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daristan ji bo bêhngirtinê gelek girîng e. Dewlet wan daran dibire lê dê li şûna wan çi deyne? Heke ji bo pêşîlêgirtina vê talanê miting an jî meşek bê lidarxistin, ez ê li pêşiya her kesî bimeşim. Bila gelê me xwedî li xwezaya xwe derbikeve. Hewceye em werin ba hev û bi mitîng û meşan rabin ser pêyan. Em wisa dikarin wan rawestînin.”   ‘EM DIXWAZIN HER KES TEV LI MEŞÊ BIBE’    Ji xelkê bajar Adem Bayrak jî bal kişand ser girîngiya meşê û wiha got: “Diviya bû ev meş di demên zûtir de bihata lidarxistin. Daxwaza min ji gel ew e ku hemû beşdarî meşê bibin. Dema daristanên Kurdistanê tên şewitandin, dilê me tevan jî dişewite. Daxwaza me ew e ku ji vê demê û şûnda neyên şewitandin. Heke gel beşdarî meşê bibe, dê bigihije armanca xwe.”    ‘DIVÊ EM RÛMETA XWE NEDIN BINPÊKIRIN’   Welatiyê bi navê Emrûllah Can bi lêv kir ku hewceye her dem gel hemberî qirkirinê derbikeve. Can, li dijî qirkirina xwezayê bang li kir û axaftina xwe wiha qedand: “Bila gelê me rûmeta xwe nede binpêkirin. Divê em bi vê meşê berteka xwe nîşan bidin. Her tim xwezaya me talan dikin. Ji bo pêşîlêgirtina vê talanê hewcehî bi vê meşe heye.”    Herî dawî jî welatiyê bi navê Kemal Dursun bertek nîşanî talankirina xwezayê da û ev tişt anî ziman: “Divê her kes bikare tev li meşê bibe. Bi rêbazên demokratîk dikare gelek meşen baş bên lidarxistin. Hewceye ev talan bikeve rojevê û em xwedî li xwezaya xwe derbikevin.”    MA/ Mehmet Guleş