Reuters: MÎT û Îstîxbarata Sûriyeyê li Şamê civiyan 2022-09-16 09:32:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya Reutersê; Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan li Şamê bi Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê Alî Memluk re gelek hevdîtin pêk anîn.    Misteşarê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Hakan Fîdan di 11’ê îlonê de li Bexdayê di serî de Hamîs Hançer, Mûstafa el-Kazimî û Berhem Salih, bi gelek rayedarên Iraqê re hevdîtinên veşarî kirin. Hat ragihandin ku Fîdan vêcarê jî bi Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê Alî Memluk re hevdîtin kiriye. Li gorî nûçeya Reutersê; agahiya hevdîtinê ji du rayedarên tirk û çavkaniyeke girêdayî Şamê hatiye wergirtin. Hat ragihandin ku hevdîtin bi navbeynkariya Rûsyayê hatiye kirin.    Li gorî agahiyên rayedarekê tirk ê payebilind; di dema hevdîtinan de Serokê MÎT’Ê Fîdan û Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê Memluk, hatina ba hev a wezîrên karên derve ya her du welatan nîqaş kirine. Rayedarê tirk got; “Rûsya dixwaze ku Sûriye û Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser bikin û hem Sûriye û hem jî Tirkiye peymanên ku bi kêrî berjewendiyên her kesî tên mohr bikin.”    Hat zanîn ku Rûsya ji ber şerê li Ûkraynayê hinek çavkaniyên xwe yên leşkerî li pey hev ji Sûriyeyê vedikişîne û ji bo “bilezkirina çareseriya li Sûriyeyê” ji Tirkiyeyê dixwaze ku têkiliyên xwe yên bi Serokê Dewletê yê Sûriyeyê Beşar Esad re baştir bike.    Çavkaniya girêdayî Şamê jî destnîşan kir ku Rûsya ji bo ku pozîsyona xwe ya di dagirkirina Ûkraynayê de neguhêr bike, Sûriyeyê teşwîqî muzakereyan dike. Bi domdarî çavkanî ev agahî dan: “Haka Fîdan di dawiya tebaxê de du caran li Şamê hevdîtin kirin. Armanca van hevdîtinan ew e ku civînên di asta bilindtir de bên lidarxistin.”