Doza Demîrtaş ji bo parastinê hat taloqkirin 2022-09-16 11:59:38   ENQERE - Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş ku bi îdiaya dozger Yuksel Kocaman “hedef nîşan daye” hatibû vekirin, ji ber parastinê hat taloqkirin.    Bi îdiaya ku Serdozgerê Komarê yê Enqereyê yê berê Yuksel Kocaman “hedef nîşan daye”, doz li Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Berê Selahattîn Demîrtaş hatibû vekirin. Danişîna dozê li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Dozger îdia kir ku di danişîna 22’yê tîrmehê de Kocaman gelek caran weke hedef hatiye nîşandan û xwest ku Demîrtaş ji ber îdiaya “ji hêza tirsnak a rêxistinên sûc hêz girtiye û gef xwarine” ji 2 salan heta 5 salan û ji sûcê “hedefgirtina kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtin” jî ji salekê heta 3 salan bê cezakirin.    Danişîn îro hat dîtin û Demîrtaş hincet nîşan da û tev li danişînê nebû. Parêzerên Demîrtaş, Sîpan Cîzrelî, Kenan Maçoglû, Levent Kanat, ERdogan Aydin û Hadî Cîn di danişînê de amade bûn.    ENDAMÊN ŞANDEYÊ HATIN GUHERANDIN   Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir û hat dîtin ku endamên şandeyê hatine guherandin. Di danişînê de dozger axivî û mutalaaya xwe dubare kir. Dozger xwest ku danişînê bidin demekî nêz.    PARÊZERAN XWEST KU DEM WERE DAYÎN   Ji parêzerên Demîrtaş, ERdogan Aydin da zanîn ku miwekîlê wan beşdarî danişînê nebûye û dixwazin di danişîneke ku miwekîlê wan amade de parastinê bikin û dem ji şandeyê xwest. Parêzer Levent Kanat jî li dijî daxwaza dozger a demekî nêz de axivî û got ku ew fêm nakin bê ka dozger çima wiha bi lez û bez tevdigere. Ji parêzerên Demîrtaş, Hadî Cîn jî destnîşan kir ku di serî de Doza Kobanê, gelek dozên miwekîlê wan hene û ji şandeyê xwest ku danişîna dozê bi qasî ji dest tê paşve bidin.    ŞANDE DIXWAZE ZÛ BIQEDÎNE   Şandeya dadgehê rapora tenduristiyê û daxwaznameya hincetê ya Demîrtaş qebûl kir. Li gel ku daxwazên parêzeran qebûl kir jî xwest danişîna dozê bide 23’yê îlonê. Piştî berteka parêzeran jî serokê dadgehê danişîn taloqî 14’ê cotmehê kir.