DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne 2022-09-16 12:57:52   NAVENDA NÛÇEYAN - DFG'ê û MKGP'ê ji bo piştgiriya 16 rojnamegerên girtî li çend bajaran daxuyanî dan û di daxuyaniye de destnîşan kirin ku 16 rojnamegerên girtî ji ber nûçeyên xwe 3 meh in di girtîgehê de ne û gotin: “Em careke din diqêrin û dibêjin em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne û em bang li hemû kesî dikin ku bibin hevparê vê têkoşînê.”     Komeleya Rojnamegeran a Diclê Firatê (DFG) û Platfoma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ji bo piştgiriya 16 rojnamegerên di 8'ê hezîranê de bi serdegirtina malan li Amedê hatin binçavkirin û di 16'ê hezîranê de hatin girtin li Amed, Wan û Mêrsînê daxuyanî dan û ji rojnamevanan re qert, name û pirtûk şandin.        AMED    Endamên DFG'ê û MKGP'ê li ber PTT ya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî dan. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, endam û rêveberên HDP'a Amedê û gelek rojnamegêr tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta ku wêneyên rojnamegeran li ser hebû û nivîsa “Çapameniya Azad nayê bedêng kirin” li ser dinivisî hilgirtin.    Di daxuyaniyê Rojnamegêr Roza Metîna metna kurdî, Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû jî metna tirkî xwend.    16 ROJNAMEGER 3 MEH IN DI GIRTÎGEHE DE NE   Roza Metîna bi bîr xist ku di 16’ê hezîranê de li dijî rojnamegerên kurd operasyonek pêk hat û 20 jê rojnameger 22 kes biserdegirtina malan hatin binçavkirin. Metîna, bi lêv kir ku di çarçoveya vê operasyonê de bi ser şîrketên JinNews, Pel, Piya û Arî Produksiyonê de hat girtin û polîsan dest danîn ser wênekêş, kamera, kompîtur û hard dîskên kompîtûran. Metîna, anî ziman ku piştî binçavkirina 8 rojan 16 rojnamegerên kurd hatin girtin û wiha got: “Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç, Midurê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnameger Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn, bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hatin girtin.”   ‘BILA HEMÛ KES BIBE HEVPARÊ VÊ TEKOŞÎNE’   Metîna destnîşan kir ku di dema îfadeya dozger û dadgeriyê ya 16 rojnamegeran de nûçe û bernameyên televizyonê yên rojnamegeran çêkirine wekî sûc hatine nîşandan. Metîna, anî ziman ku îro ji bo piştgiriye bidin 16 rojnamegerên ku ev 3 meh in ji azadiya xwe bêpar tên hatine hiştin, kombûne û axaftina xwe wiha domand: “Tevî ku bi ser girtina hevalên me yên rojnameger 3 meh derbas bûn jî hîn lêpersîna derbarê wan de nehatiye temamkirin û îdianame nehatiye amadekirin. Her wiha ji bo girtina hevalên me yên rojnameger jî îtiraz hatibû kirin lê belê ji bo van îtirazan jî bersiva neyînî hat dayin. Divê di demeke kurt de îdianame bihata amadekirin û hevalên me bihatana berdan. Em careke din dibêjin ku li cihekî ku çapemenî lê ne azad be em nikarin li wir behsa azadiyê bikin. Em dîsa banga xwe ya berdana 16 hevalên me yên rojnameger û hemû rojnamegeran dubare dikin. Em di şexsê 16 hevalên xwe yên rojnameger ku ji ber nûçe û bernameyên çêkirine wekî sûcdar tên dîtin de, bang li herkesî dikin ku rojnamegeriyê biparêzin. Em careke din diqêrin û dibêjin em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne û em bang li hemû kesî dikin ku bibin hevparê vê têkoşînê.”   ‘DESTHILAT HIQÛQÊ BINPÊ DIKE’   Dû re berdevka HDP'ê Ebrû Gunay axivî. Gunay, diyar kir ku ew jî ji bo piştgiriye bidin rojnamegerên girtî tev li daxuyaniye bûne û ev tişt anîn ziman: “Desthilatdar kengî dest bi konsepta şer dike û dixwaze heqîqetê veşêre bi taybetî rojnamegerên kurd êrişî çapemeniya azad dike. 3 meh bi ser girtina rojnamegeran re derbas bû lê hêj jî îdianame nehatiye amadekirin, ew jî bi awayekî şênber nîşan dide ku rojnameger bi komployê hatine girtin. Ji xeynî nûçeyan tiştekî ku bikin delîl tune ye. Lê desthilat weke hemû darizandinên bi komployê, pêvajoya amadekirina îdianameyê veguherandiye îşkenceyê û operasyona tolhildanê û hiqûqê binpê dike.”   SEDEMA ÊRIŞÊN ÇAPEMENIYA AZAD   Gunay, destnîşan kir ku piştî ku rojnamegêr hatin girtin desthilatê li her derê êriş dan destpêkirin û got: “Bi destê desthilatê li her derê komkujî çêdibin. Ew jî bi awayekî vekirî sedema êrişên çapemeniya azad dide nîşan dan. Helbet êrişên li ser rojnamegerên kurd nû nînin lê rojnamegerên ku li ser rêya heqîqetê ne, wan mîrateya Apê Mûsa, Gurbetelî Ersoz û Metîn Goktepe dewr girtine, ji ber wê ew ê tucar serî netewînin. Em li vir carek din dibêjin ku rojnamegerî ne sûce, hevalên me yên rojnamegêr demildest berdin.”   Piştî axaftinan girseyê dirûşmeya, ‘Çapameniya azad naye bêdengkirin’ berz kirin û daxuyanî bi şandina name, qert û pirtûkan bi dawî bû.   MÊRSÎN   Endamên DFG’ê û MKGP’ê bi armanca piştevaniya 16 rojnamevanan li Şaxa Sûkê ya PTT’a Mêrsînê hatin gelhev û qert û pirtûk şandin. Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan, Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kûş, rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) piştgirî dan rojnamevanan. Rojnamevan Mahmût Sonmez ê daxuyanî da, diyar kir ku bi ser girtina rojnamevanan re 3 meh derbas bûn û xwest rojnamevan bên berdan.    ‘EM LI PIŞT ROJNAMEVANÊN KURD IN’   Pişt re parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan ê axivî, diyar kir ku ji bo desthilat çapemeniya kurd bêdeng bike tişta ji destê wê tê dike û wiha got: “Em li pişt rojnamevanên ji kevneşopiya çapemeniya azad tên disekinin.” Ocalan, bi bîr xist ku duh doza Apê Mûsa li Enqereyê pêk hat û wiha berdewam kir: “Em di dozê de bi xetereya demboriyê re rûbirû ne. Di 20’ê îlonê dema wê diqede û di 21’ê mehê dadgeh biryarê bide. Zextên beriya 30 salan ên li ser çapemeniyê niha jî berdewam dikin. Çi sûcê rojnamevanên li Amedê hatine girtî heye? Çapemeniya azad ji gotin, nûçe nivîsandin û girtina mîkrofonê zêdetir çi guneh kiriye.”   Rojnamevanan dirûşmeya “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” berz kirin û ji hempîşeyên xwe yên girtî re pirtûk û name şandin.    WAN   Endamên DFG’ê û MKGP’ê li Postexaneya Navendî ya Wanê ji rojnamevanan re qert û pirtûk şandin. Daxuyaniya ku rojnamevanan xwest li pêş PTT’ê bidin jî bi hinceta biryara qedexeya walîtiyê heye destûr nehat dayîn. Rojnamevanan ji bo rojnamevanên girtî bên berdan bang kirin.