Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne 2022-09-16 15:53:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Hêzên Parastina Hewayî ya Iraqê Farîq Rûkin Şehab diyar kir ku Tirkiye bi êrişên xwe yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê re sînorê Iraqê binpê dike û got ku ji bo parastina sînorê Iraqê hemû planên wan amade ne.    Êrişên Tirkiyeyê yên di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê ji hêla hewayî û bejahî ve daye destpêkirin di meha 5’an de berdewam e. Gelek derdorên cuda bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan û ev bertek hêj berdewam in. Herî dawî jî Fermandarê Hêzên Parastina Hewayî ya Iraqê Ferîq Rûkin Şehab têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku Tirkiye hem ji hêla hewayî û hem jî ji hêla bejahî ve bi awayekî vekirî sînorê Iraqê binpê dike.    Bi domdarî Şehab anî ziman ku ji bo parastina sînorên Iraqê hemû plan û bernameyên wan amade ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dê biryara dawî, saziyên navendî yên êriş û binpêkirinên Tirkiyeyê dişopînin bidin. Ji bo parastina sînorên Iraqê ji hêla hewayî û bejahî ve hemû planên me hatine amadekirin.”