Name ji rojnamevanên girtî re şandin: Em ê vê taritiyê ji holê rakin 2022-09-16 17:05:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Hempîşeyên rojnamevanên girtî yên li Stenbol û Enqereyê ji rojnamevanan re name û pirtûk şandin û xwestin bên berdan. Serokê DÎSK Basin-Îş’ê Farûk Eren jî wiha got: “Em ê bi têkoşîna bi hev re vê tarîtiyê ji holê rakin.”   Di pêşengtiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) de ji 16 rojnamevanên di meha hezîranê de li Amedê hatin girtin re, ji aliyê hempîşeyên wan ên li Stenbol û Enqereyê ve name, qert û pirtûk hatin şandin.   Rojnamevanên li Stenbolê li pêş avahiya PTT’ê ya li Kadikoyê hatin cem hev. Rojnamevanên xwestin liv ir daxuyaniyê bidin çapemeniyê û name û pirtûkan bişînin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Lê rojnamevan ketin nava PTT’ê û ji hempîşeyên xwe re name şandin. Rojnamevanên pişt re li Îskeleya Beşîktaşê daxuyanî dan çapemeniyê pankarta “Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin” û dowîzên li ser “Pênûsê heqîqetê nayê şikandin” û “Generalên biçûk ên Apê Mûsa li vir in” hilgirtin. Di daxuyaniyê de her tim dirûşmeya “Welatê azad çapemeniya azad” hate berzkirin.    Gelek rojnamevan û Serokê Giştî yê DÎSK Basın-Îş’ê Farûk Eren tev li daxuyaniyê bûn.    EM Ê GAVEKÊ JÎ PAŞ VE NEAVÊJIN    Endama MKGP’ê Dîren Yurtsever dazanîn ku tevî hempîşeyên wan 3 meh in girtî ne jî îdianame nehatiye amadekirin û bertek nîşanî vê rewşê da. Yurtsever, diyar kir ku ji bo hempîşeyên xwe tenê nehêlin li 6 bajaran name û pirtûk şandin lê polîsan hewldan piştevaniya wan asteng bikin û got: “Em ê tevî asatengkirinê jî piştevaniya xwe bidomînin.”   BILA ROJNAMEVAN BÊN BERDAN   Di daxuyaniya ku endama MKGP’ê Dûrket Suren metna kurdî, endama DFG’ê Nişmiye Guler metna tirkî xwendî de bal kişandin ser bêhiqûqiya heyî û hate xwestin ku rojnamevan bên berdan.    ‘EM Ê TARÎTIYÊ JI HOLÊ RAKIN’   Serokê DÎSK Basin-Îş’ê Farûk Eren jî diyar kir ku rojnamevan 3 meh in bêhiqûqî di girtîgehê de ne û wiha got: “Em ê çêkirina nûçeyan bidomînin. Ji bo ku hevalên me demildest bên berdan tişta ji destê me tê em ê bikin. Em ê bi têkoşîna bi hev re vê tarîtiyê ji holê rakin. Rojnamevantî ne sûc e.”   AMIRÊ POLÎSAN BI ÇAVÊN XWE TACÎZ BIKIN    Li Enqereyê jî gelek rojnamevanan ji hempîşeyên xwe re qert, name û pirtûk şandin. Polîsan mudaxileyî rojnamevanên bi banga DFG’ê û MKGP’ê li ber PTT’a Yenîşehîrê hatin gelhev kirin. Nûnerê herêmê yê Basin Îş’ê Tûrgût Dedeoglû, Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû û gelek rojnamevanan piştgiriya rojnamevanan kir.    Beriya çalakiyê gelek polîsên sivîl, 2 otobusên polîsan û wesayîtên binçavkirinê ber PTT’ê dorpêç kirin û hewldan dîmen kişandina rojnamevanan asteng bikin. Polîsekî bi bêtêlê got “Amirê me di destên wan de zarf hene em çi bikin?” Amirê polîsan jî wiha anons kir: “Tiştekê nekin bi çavên xwe tacîz bikin.”   ‘DEMA HÛN HATIN GIRTIN EZ JÎ DÊ CIHÊ XWE BIGIRIM’   Dû re rojnamevan ketin avahiya PTT’a Yenîşehîrê û ji hempîşeyên xwe re pirtûk, qert û name şandin. Piştî ku rojnamevanan posteyên xwe şandin tîmên polîsên sivîl bi gotina “qedexeye ku hûn dîmenan bikişînin” careke din mudaxileyî rojnamevanan kir. Piştî gengeşiya qewimî aktîvîte bi dawî bû.