Greva birçîbûnê ya li Kiriklarê didome: Girtî zihîf bûne 2022-09-16 20:09:13   ÎZMÎR - Li Girtîgeha Kiriklarê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş a li dijî binpêkirina mafan di roja 20’an de didome. Parêzerên OHD’î ragihandin ku girtî zihîf bûne.    Li Girtîgeha Kiriklar a Hejmar 2 a Tîpa F'yê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku di 28’ê Tebaxê de ji aliyê girtiyê nexweş Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ve li dijî binpêkirinên mafan hatibû destpêkirin, dewam dike. Di 5'ê Îlonê de Îbrahîm Tikan, Behram Sagdiki û Mehmet Farûk Ayaz jî tevlî çalakiyê bûbûn.   3 GIRTIYÊN DIN JÎ TEVLÎ GREVÊ BÛNE   Parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) daxuyandin ku îro serdana girtgehê kirine û ji wan re hatiye gotin ku Halîs Daghan, Remzî Ozhan û Hakki Tûrgay jî daxilî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûn.   ZIHÎF BÛNE   Parêzerên OHD'î ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin diyar kirin ku midûrê girtîgehê daxwazên girtiyan qebûl nake. Parêzeran diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de zihîf bûne û gotin ku Zekî Bayhan 10, Îbrahîm Tikan 6 û Ramazan Çerîk 6 kîlo dane û lazmatiyên wan nayên dayîn.    DAXWAZÊN WAN   Daxwazên girtiyên nexweş ên di greva birçîbûnê de wiha ne: “Divê girtiyên nexweş di heman odeyan de neyên girtin, divê têlên li ser hewadariyê bên rakirin û sînordarkirina li ber aktivîteyên sporê bên rakirin.