Sancar malbata Hakan Arslan ziyaret kir 2022-09-16 20:44:07   ERZIROM - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, serdana malbata Hakan Arslan kir ku hestiyên wî piştî 7 salan di hundirê kîsikekî de radestî malbata wî hatibûn kirin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya pê re, serdana malbata Hakan Arslan kir ku di dema qedexeya derketina derve ya Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest dabû û piştî 7 salan hestiyên wî di kîsikekî de radestî malbata wî hatibû kirin. Sancar û şandeya pê re ji bo sersaxiyê çûn Qereyaziyê serdana malbata Arslan kirin.