‘Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê hatiye tescîlkirin' 2022-09-17 09:01:36   WAN- Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke ku aliyên wê yên navneteweyî jî hene û got ku, tecrîd bi biryara DMME'yê hatiye tescîlkirin û veguheriye biryareke darazî.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê cezayê muebeda giran lê hatiye birîn, 23 sal in bi awayekî dijwar û giran tê tecrîdkirin. Ocalan ku di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber jê nayê girtin. Her wiha parêzerên wî ji sala 2011'an heya niha tenê di navbera 2-22'yê Gulan, 12-18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin pê re kirine.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18'ê Adara 2014'an de biryara xwe ya ji bo serlêdana têkildarî cezayê muebbeda giran ê li Ocalan hatiye birîn, dabû. Dadgehê biryar dabû ku cezayê hetahetayê li dijî xala 3'yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Piştî ku ev biryar nehatibû pêkanîn Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 9'ê Tebaxê de ji bo pêkanîna biryara DMME'yê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) dabû. Tirkiye ku bersiva komîteyê dabû gotibû ku hikumxwarinên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn dibe ku bi awayekî şertî bên berdan, lê hin îstisna hene ku hin sûc derî vê yekê ne. Bi vê biryarê re Tirkiye mafê hêviyê yê ji bo Ocalan binpê kiriye.   Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Wanê Parêzer Cemal Demîr, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê hêviyê nirxand. PERGALA TECRÎDÊ: PLANKIRÎ YE   Demîr bibîr xist ku Ocalan ji ber di meseleya kurdî, Rojhilata Navîn û gelek meseleyên cîhanê de xwedî fikrên bibandor e tê tecrîdkirin û wiha got: “Ji roja ku birêz Abdullah Ocalan xistine Îmraliyê, tecrîdkirina wî bi israr tê domandin. Ev tecrîd ne tecrîdeke asayî ye, pergaleke pir kûr, berfireh û plankirî ye."   PIRALÎ YE   Demîr anî ziman ku ji ber ku Tirkiye biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya derbarê Ocalan de pêk neaniye û li hemberî vê tu mueyîde nehatine pêkanîn pergala tecrîdê bi awayekî girankirî didome û wiha got: "Heta îro derdorên siyasî; bangên HDP'ê û pêkhateyên kurd ên bi vî rengî bi tu awayî nehatine bersivandin. Li aliyê din, çendî CPT gelek caran serdana Girava Îmraliyê kiribe jî, lê raporên têrker û daxuyaniyeke berbiçav nekiriye. Lewma mirov dikare bibêje ku pergala Îmraliyê tenê ne pergaleke neteweyî ye, pergaleke navneteweyî ye jî ku gelek hêlên wê hene. Ji lew re li cîhanê pergaleke wiha tune ye ku pêwendiya bi malbatê, parêzeran û wasî re bê qutkirin."    PERGALA ÎMRALIYÊ   Demîr destnîşan kir ku pênaseyên "Pergala Hiqûqê ya Îmraliyê" û "Pergala Îşkenceya Îmraliyê" ku di demên dawî de ji aliyê hin saziyên hiqûqî û parêzvanên mafan ve hatine kirin, pênaseyên di cih den ne û wiha got: "Ji destpêkê ve pergala îşkenceya Îmraliyê dihat gotin. Bi rastî, ev pênaseyek e ku bi biryarek dadwerî ya navneteweyî hatiye tescîlkirin. Derdorên hiqûqî yên têkildar vê yekê wekî nêrîneke hiqûqî anîn zimên, lê ev nêrîn êdî veguheriye biryareke darazê. Bi biryara binpêkirina mafan a DMME'yê ya der barê Ocalan de, pergala îşkenceyê ya Îmraliyê veguherî hukmekê."   PERGALEKE PIRALÎ   Demîr destnîşan kir ku li cîhanê mînakên bi vî rengî yên pergala Îmraliyê hene û wiha dewam kir: “Li Giraba Robenê 27 salan dîlgirtina Nelson Mandella, mînakek e. Dema ku em Pergala Îmraliyê û vê bidin ber hev, di navbera rejîma înfazê ya Girava Robenê û Girava Îmraliyê de ferqeke mezin heye. Îmralî pergaleke pir taybet û piralî ye. Aliyên wê yên derûnî û fîzyolojîk hene. Ji ber weziyata birêz Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ku qasek berê jî me gotibû; Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê rêberekî girîng e. Ew xwediyê ramanên balkêş e ji ber ku cîhan şahidî kiriye ku gelek tiştên ku wî gotine rast derketine. Lewma hêlên wê yên îzolekirina ji civakê, qutkirina ji civakê, çewisandin, teslîmgirtin û şikandina vînê hene. Tenê ne hiqûqnas, divê derûnas jî tevkariyê li vê pênaseyê bikin."    MAFÊ HÊVIYÊ   Demîr diyar kir ku DMME’yê bi qenaeta ku cezayê muebbedê yê giran dijî hiqûqê ye û îşkence û muameleyeke xerab e, mafê hêviyê derxistiye holê û wiha got: “Ji ber vê yekê diyar kir ku divê pêkanîna cezayên muebeda giran ji holê bên rakirin. DMME’yê pênaseya mafê hêviyê, awayê wê û çarçoveya wê bi her awayî daniye. Biryarên DMME û PMME'yê ne takekesî ne. Dema biryarek derdikeve holê îçtîhad e û di heman rewşan de ji bo her kesî tê pêkanîn. Yanî gotina 'em ê Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê muaf bigirin' tiştekî bêhiqûqî ye. Ger nêrîneke bi vî rengî ya Tirkiyeyê ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hebe, ev bi tu awayî ne nêrîneke derbasdar e."   LI DIJÎ PEYMANÊ YE   Demîr destnîşan kir ku bersiva Tirkiyeyê ya li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya der barê binpêkirina mafê hêviyê yê Ocalan de nikare bibe nêrîn û pêkanînek û wiha got: "Tişta ku Tirkiye dibêje, dibe ku daxwaza ragihandinê yan jî daxwaza muafkirinê be. Yanî derdorên hiqûqî dikarin vê daxwazê nîqaş bikin, lê ev yek bi xwe jî dijî peymanê ye. Ev daxwaz nayê pêkanîn. Daxwazeke wiha ne daxwazeke qanûnî û rewa ye.”   Demîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e Tirkiye demildest biryara DMME’yê bi cih bîne û di çarçoveya mafê hêviyê de rê û rêbazên hiqûqî pêk bîne. Ev hem bendewariyeke civakî ye hem jî erkeke qanûnî ye.”